Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin

  • rojane
  • 09:06 10 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Dogan Erbaş, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xwedî pozîsyoneke ku derbarê pirsgirêkên rojane yên serdemê de çareyan hildiberîne û got: "Ne başkirina şert û mercên Îmraliyê, divê Îmralî bi temamî bê girtin." 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve li girtîgehan didomin. 
 
Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Dogan Erbaş ku di navbera 1999-2011'an de parêzertiya Ocalan dikir, derbarê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û pozîsyona Ocalan de pirsên me bersivandin. 
 
Erbaş bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Em ji bo pergala li Îmraliyê pêk tê têgihên wekî tecrîd, îşkence û îşkenceya tecrîdê bi kar tînin. A rast, li Îmraliyê tiştekî werê taybet tê bikaranîn ku mirov nikare ji bo wê têgihekê bi kar bîne. Ne mimkun e ku mirov, pergala li Îmraliyê pêk tê, di nav pergala hiqûqê de rave bike. Lewma belkî mirov karibe bibêje hiqûqa zorbetiyê ku xwe dispêre zorbetî, zor û zilmê. Lê di asas de ev yek ne bi hiqûqa navxweyî ne jî bi ya navdewletî tê ravekirin." 
 
TÊ XWESTIN GEL BÊPAR BIMÎNIN 
 
Erbaş, destnîşan kir ku tecrîda ku li ser Ocalan pêk tê, gelek hêlên wê hene û got: "Min ji sala 1999'an heya sala 2011'an hevdîtin pê re kir. Lewma dikarim bibêjim; dixwazin hêz û qapasîteya hilberandina fikirî ya Birêz Ocalan tune bikin. Di pêvajoya 2013-2015'an de civak û raya giştî ya Tirkiyeyê hêza çareserkirinê ya Birêz Ocalan dîtibû. Ji roja roj de derbarê pirsgirêka kurd, meseleya jinê, aborî, ewlehî û hiqûqê de xwedî pêşniyarên çareseriyê yên xweser in. Birêz Ocalan, tim hildiberîne. Ji bo çareseriyê tim hewl dide. Gava çareserî dixitime teqez çareyekê dibîne. Ev tişt di pêvajoya 2013-2015'an de jî hat dîtin. Wexta hat gotin êdî pêvajo xitimiye û bi rê ve naçe, Birêz Ocalan ket dewrê. Şexsiyeteke ku tenê ji hêlekê li mseleyê nanêre, pozîsyona hemû aliyan esas digire û çareyên rasteqîn hildiberîne. Tê xwestin ku gel ji vê hêzê bêpar bimînin." 
 
Erbaş, bilêv kir ku Ocalan di serî de ji bo pirsgirêka kurd û bi giştî jî ji bo pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriyê hildiberîne û îqtidara siyasî jî dixwaze bi tecrîdê pêwendiya Ocalan a bi civakê re qut bike. Erbaş, destnîşan kir ku pozîsyona Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bal kişandiye, lê belê îqtidara siyasî gava ku dîtiye pêvajoya çareseriyê di aleyha wan de diçe pvajo qedandiye û cardin tecrîdê xistiye dewrê. 
 
‘DIVÊ EM AZADIYA WÎ BIKIN ROJEV' 
 
Erbaş, anî ziman ku Ocalan ji roja ku wî anîne Îmraliyê heya niha wekî "rehîneyekî siyasî" diwesifîne û got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi biryara xwe ya derbarê Ocalan de bang li hemû welatên Ewropayê dike û dibêje; 22 sal zêdetir derbas bûn. Ev dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye, divê cardin di ber çavan re bê derbaskirin. Her wiha ev tecrîda mutleq û giran di raporên CPT'yê de jî balê dikişîne û tê gotin, divê pergala Îmraliyê bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin. CPT'ya ku bi salan e parêzer û saiyên cuda ji bo ku tevbigere hevdîtinan pêk tînin jî di raporên xwe de cih daye van gotinan. Lewma ji niha û pê ve divê ligel hevdîtina malbata û parêzeran, divê bidawîirina tecrîdê û azadiya Ocalan bibe rojev û di vî warî de nîqaş çêbibin. Ne başkirina şert û mercên Îmraliyê, divê Îmralî bi temamî bê girtin û divê ev bên nîqaşkirin." 
 
‘ÎQTIDARÊ HÊZA ÇARESERIYÊ YA OCALAN DÎT' 
 
Erbaş, cardin destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê di salên 2013-2015'an de dîtiye ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan xwedî hêzeke çawa ye û got: "Bi nixumandina pirsgirêkên dîrokî, pêşketin ne pêkan e. Şirîkê mezin ê îqtidarê jî di sala 2013-2015'n de ceribandibû. Potansiyala ji bo çareseriyên rasteqîne ya Birêz Ocalan dîtibûn. Wan jî ceriband. Em nikarin wekî ku ew pêvajo qet çênebûbe tevbigerin. Ev demeke dirêj e ku aqilê dewletê rasyonelîteya xwe winda kiriye. Di nava korerêyekê de diperpite. Di gerînekekê de netewperetî, nîjadperestî û teparêzî aqilê wan qufil kiriye. Em vê dibînin. Di geşedanên dawî de ev yek bêtir xwe dide der. Ne mimkune ku mirov bi vî awayî nêzî meseleyên dîrokî bibe. Pirsgirêka kurd çi di warê aborî, çi di warê çandî, çi di warê îdarî, çi di warê hiqûqî û rêvebiriyê de, pirsgirêkeke piralî ye û her kes dizane ku heya ku Birêz Ocalan nekeve dewrê ne mimkun e ku ev pirsgirêk çareser bibe. Dibe ku ev pir nayê bilêvkirin. Dibe ku wekî Tirkiye ji bo vê ne amade be, bixuyê. Lê heger hûn rabin rastiyê ji civakê veşêrin û ser wê binixumînin û hûn rabin ji dvla rastiyê bi demagojiyê nêzî pirsgirêkê bibin, wê wisa be. Heger pirsgirêk bi awayekî zanistî û bêalî û objektîf bên nirxandin, di vir de dê civak rola Birêz Ocalan esas bigire û bawer nakim bibe mesele jî. Bes bila di vî warî de rewşenbîr, rûspî, hiqûqnas rol û rista xwe bilîzin û bi wêrekî tevbigere. Bila heqîqet derkeve holê. Birêz Ocalan, dibêje ku nêzîkatiyeke ji bo pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê jî bêcidîyetî ye. Îqtidar li gor berjewendiyên xwe nêz dibe, lê muxalefeta siyasî û civakiyî jî di warê esasgirtina meseleyê de ne xwedî ezmûneke cidî ne." 
 
‘EWROPA BI DURÛTÎ TEVDIGERE' 
 
Her wiha Erbaş ji bo tecrîdê bal kişand ser nêzîkatî û helwesta Ewropayê jî û got: "Îqtidar ji bo berdewamiya îqtidara xwe pîvanên hiqûqê esas nagire û wan dieciqîne. Sazî û dezgehên Ewropayê tenê temaşe dikin. Bi awayekî durî tevdigerin." 
 
POZÎSYONA OCALAN 
 
Erbaş, bilêv kir ku çendî ku Ocalan di şert û mercên tecrîdeke zehmet de be jî îro ro felsefeya wî li rojavayê şax vedaye û got: "Bi Şoreşa Rojavayê re tenê ne li Rojhilata Navîn, li Ewropa û Amerîkaya Latîn jî tê xwendin û şopandin. Em nîşaneyên vê dibînin. Îro li cîhanê herî zêde sendîkayeke karkeran a Îngîltereyê kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li dar dixe. Li hin welatan jî rewşenbîr û rojnamevan, mesela li Misirê û welatên din ên ereban, derbarê azadiya Ocalan de dinivîsin. Bi Şoreşa Rojavayê, fikrên wî pêk hatin. Û gelek lêkolîner wekî 'şoreşa ewil a sedsala 21'ê' wê silav dikin. Îro ro êdî tenê ne rêberê gelê kurd, wekî rêberê gelan tê pnasekirin. Ji ber ku xwedî pozîyoneke ku tenê ne li ser rêxistinekê û gelekî, li ser pirsgirêkên rojane yên serdemê hûr dibe û hildiberîne, li çar hawirdorên cîhanê tê naskirin. Bi nasnameya xwe ya ku ji siyasetmedarekî wêdetir, derketiye pêş. Îjar divê ev geşedan û pêşketin hemû bên dîtin û divê em bi awayekî din nêzî rastiya Îmraliyê bibin. Êdî divê em dev ji vê berdin û nebêjin 'bila di warê hiqûqî de hin tişt bên kirin û parêzer û malbat her hefte ji bo hevdîtinê biçin.' Dem dibihure, sal derbas dibin. Hindik maye 22 sal biqedin. Divê em nehêlin gelên Tirkiyeyê ji vê fikra mezin û hilberîner bêpar bimînin." 
 
‘BAR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN' 
 
Erbaş, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî û got: "Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ji bo me hemûyan cihê xwerexnekirinê ye. Kesên li girtîgehê tenê tiştek di dest wan de heye, ew jî grevên birçîbûnê." 
 
Erbaş, destnîşan kir ku divê berxwedanên demokratîk bên rêxistinkirin û got: "Ez werê abwer dikim ku divê em giş xwe rexne bikin. Dibe ku çalakiya wan niha a dorveger be, lê em ji çalakiyên berê jî dizanin heger tecrîd bi dawî nebe dê veguhere ya bêdem û bêdorveger. Lewma tenê ne HDP, hemû hêzên azadîxwaz û doza jiyaneke wekhev, doza edalet û hiqûqê dikin divê di vî warî de hesas bin. Zext û zorî çi dibin bila bibin divê gavine werê bên avêtin ku zorê bidin îqtidarê. Di vî warî de bar, rol û ristek mezin dikeve ser milê me hemûyan." 
 
 MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

12/01/2021
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin