DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin

img

AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020'an aşkere kir. Li gorî raporê di sala 2020'an de 79 rojnameger hatin binçavkirin û 24 rojnameger hatin girtin. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, anî ziman ku ji bo rastî negêje gel di sala 2020'an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. 

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020'an aşkere kir. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu daxuyanî xwend û wiha got: "Di sala 2020'an de gelek qeyranen siyasî, civakî, aborî û tenduristî li pey xwe hiştin û piştî vîrûsa corona li vê qeyranê zêde bû, rê li pêş çareseriyê hat girtin." Hevserok, da zanîn ku sala 2020'an bû sala guloka pirsgirêkan û wiha got: "Ji bo rastî negêje gel di sala 2020'an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. Di sala borî de li şûna pirsgirêkan çareser bikin mixabin li pêş çapemeniyê bûn asteng û kedkarên çapemeniyê bêdeng kirin. Sedema vê yekê ew bû ku nexwestin rastî bigêje gel û gel li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê zextên li ser rojnamegeran bi rêk û pêk berdewam kir. Rojnameger hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Doz li wan hatin vekirin û cezayê hepsê li wan birîn. Daneyên di rapora 2020'an de jî nîşan dide ku di salekê de rojnamegeran li dijî azadiyê her cureyê zextan ditin. Di sala borî de her roj rojnameger bi zext, tundî, binçavkirin û girtinê re rû bi rû man. Îqtîdarê rojnamegerên ku bi rêgeza wêrekî û rastiyan tevgeriyan û neketin qada medya hawiz kir hedefa xwe. Lê rojnamegerên wêrek û li pey rastiyan dê her tim rastiyan ronî bikin û li pêş civakê bibin ronahî. " 
 
Hevseroka DFG'ê Muftuoglu, da zanîn ku divê bê zanîn her ku zextên li dijî çapemeniye zêde dibin, di heman demê de polîtîkayên şaş teşhîr dikin û wiha axivî: "Ji ber ku li cihekî bixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, li wir hêzên serdest dixwazin civakê ker û kor bikin. Her çend di hedefê de kedkarên çapemeniyê hebin jî di rastiyê de dixwazin gel ker û kor bikin. Sedema ku îro îqtîdar dixwaze çapemeniya xwe ava bike jî ev rastî ye. Her çend îqtîdar qala azadiya çapeeniyê bike jî di rastiyê de îqtîdar çapemeniya azad naxwaze. Dixwaze rojnamegerên ku propagandaya wê dike pêş bixin. Li Tirkiye her dem çapemenî bi zextan re rû bi rû maye. Lê di serdema vê îqtîdarê de ji her demê bêtir zext û tundiya li ser çapemeniye zêde bû."  
 
Muftuoglu, anî ziman ku dema mirov li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê binirxîne divê rewşa Rojnamegerên Kurd cuda binirxîne û wiha berdewam kir: "Wekî ku li Tirkiye Kurd di her qadê de bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû ne, çapemeniya Kurd jî bi hemar nergî ye. Li wanê 5 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Ev nîşan dide ku rojnamegerên Kurd li gelek qadan bi zext û tundiyê re rû bi rû ne.  Sala 2020'an Tirkiye carek din ji bo rojnamegeran bû girtîgeh. Em li bendê bûn ku hevalên me yên girtî bên berdan, lê li şûna wan berdin rojnamegerên din li rojnamegerên girtî zêde kirin. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de, di nava welatên cîhanê de di rêza dawî de ye. Welatê herî zede rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Li welatekî ku rojnameger lê girtî bin, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. Dîsa gelek rojnamegeran piraniya wextê xwe li salonên dadgehan derbas kir."  
 
Muftuoglu, destnîşan kir ku ji ber vê yekê dixwazin dawî li zextên li ser çapemeniyê bînin û wiha bi dawî kir: "Divê rojnamegeran bê nefes nehêlin. Ji ber ku li cihê çapemenî ne azad be, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê û demokrasiyê bike. Em di sala nû de ji bo hemû kedkarên çapemeniye û civakê salek azad dixwazin. Em ê di sala nû de bi hişyariya “Çapemeniya azad civaka azad e" xebatên xwe berdewam bikin."  
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî daneyên raporê parve kir. 
 
DANEYÊN RAPORÊ WIHA NE: 
 
* 79 Rojnameger hatin binçavkirin. 
* 24 Rojnameger hatin girtin. 
*19 Rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. 
*17 Rojnameger bi muamemeyên xerab û gefên sîxuriyê re rû bi ru man. 
*Di 12 bûyeran de rojnameger hatin astengkirin. 
*54 Rojnameger der barê wan de lêpirsin hatin vekirin. 
*53 Rojnameger der barê wan de doz hatin vekirin. 
*43 rojnameger bi cezayê hepsê yê 150 sal û 15'an hatin cezakirin. 56.310 tl cezaye pereyan li wan hatin birîn
*539 rojnameger bi 231 dosyayan tên darizandin. 
*8 rojname cezaye îlan û reklamê li wan hat birîn 
* RTUK'ê 43 ceza li çapemeniyê birî. 
*1960 nûçe û 145 malperên înternetê, ragihandina wan hat astengkirin. 
*6 rojnameger dawî li karê wan hat anîn. 
* Heta 04'ê Çileya 2021'an hêj 90 rojnameger girtî ne. 
 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ - KANÛN - 2020
 
1 - Abdulkadir Turay – Nûçegîhanê Ajansa Dîcleyê 
2 - Abdullah Ozyurt – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê
3- Adnan Bilen – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya 
4 - Rojnameger Ahmet Altan 
5 - Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Feyzullah Ozyurt 
6 - Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Metin Sekizkardeş 
7 - Midûrê nûçeyan ê Zamanê Ahmet Uzan 
8 - Xwediyê Rojnameya Akisê Alaattin Akkaşoglu 
9 - Koordînatorê TRT Haber Ali Ahmet Boken 
10 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Ali Aşikar
11 - Nivîskarê Rojnameya Zamanê Ali Unal, 
12 - Xebatkara Zamanê Ayşenur Parildak
13 - Nivîskar û rojnameger Aytekin Gezîcî 
14 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Baran Karadag
15 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Beytullah Ozdemir 
16 - Nûçegîhanê CHA Burçin Selçuk Dokgoz
17 - Nûçegîhana Zamanê Buşra Erdal 
18 - Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Cemil Ugur 
19 - Midûrê Karê Nivîsan ê Mavî û Kent Cengiz Dogan
20 - Nûçegîhanê Rojnameya Bugun Cîhan Acar 
21- Koordînatorê weşanê yê Rojnameya Mîllet Cuma Ulus
22 - Nûçegîhanê rojnameya Bûgun Çetin Çiftçi 
23 - Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Dindar Karataş 
24 - Nûçegîhanê DÎHA Ziya Ataman 
25 - Nûçegîhanê Zamanê Emre Soncan
26 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Enîs Oznuk 
27 - Nûçegîhanê Fox TV Ercan Gun 
28 - Edîtorê Kovara Eylul Erdal Susem 
29 - Midûrê Rojnameya Meydanê Erdal Şen 
30 - Spîkerê Bugun TV Erhan Akkuş
31 - Midûrê Karê nivîsê yê Kovara Odak Erol Zavar 
32 - Midûrê Zamanê yê Erziromê Ersin Demirci 
33 - Nûçegîhanê Cîhan-Zamanê Fahrî Oztoprak 
34 - Nûçegîhanê Ajansa Cîhanê Faruk Akkan 
35 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê Ferhat Çiftçî 
36 - Nûçegihanê Rojnameya Zamanê Fethi Altun 
37 - Nivîskarê Rojnameya Zamanê Fevzi Yazici 
38 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Gokhan Gumuş 
39 - Nivîskarê Rojnameya Bugun Gultekin Avci 
40 - Spîkerê TRT Haberê Hamza Guneri Gok 
41 - Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Zamanê Harun Çumen
42 - Xebatkarê TRT'ê Hasan Huseyin Ors 
43 - Nûçegîhanê TRT'ê Hasan Taşar 
44 - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê Hatice Duman 
45 - Serokê Weşanê ya Samanyolu Hidayet Karaca
46 - Nûçegihanê CHA'yê Huseyin Aydin 
47 - Xebatkarê TRT'ê Îbrahim Halil Ozturkerî 
48 - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahim Karakaş 
49 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Îlker Îlkan 
50 - Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmail Çoban 
51 - Nûçegihanê DÎHA Kamuran Sunbat
52 - Nûçegihanê Ceylane Kazim Canlan 
53 - Gerînendeyê Weşanê yê Radyo Dunya Kenan Karavil 
54 - Midûrê Karên nivîsan ê Kovara Ozgur Halk Mahmut Gulecan 
55 - Nivîskarê Tarafê Mehmet Baransu
56 - Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Guleş 
57 - Nûçegihanê Zamanê Mehmet Kuru 
58 - Gerînendeyê FM'ê Miktat Algul 
59 - Xwediyê Subuhaber.com Muhammed Saît Kuloglu 
60 - Xebatkarê Kovara Nokta Murat Çapan  –
61 - Midûrê Karen Nivîsan ê Rojnameya Demokrat Murat Dagdeviren 
62 - Midûrê Rojnameya Bugun Mustafa Erkan Acar 
63 - Nûnerê Kovara Ekmek û Edalet Mustafa Gok 
64 - Nûçegîhanê Rojnameya Radîkal Mustafa Gokkiliç
65 - Rojnameya Zamanê Mustafa Unal
66 - Koordinatorê Milletê Mutlu Çolgeçen
67 - Nûçegihanê CHA Mutlu Ozay 
68 - Rojnameger Nazan Sala 
69 - Nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent 
70 - Nivîskarê Rojnameya Zaman Nuh Gonultaş 
71 - Koordînatorê Haberturk Oguz Usluer 
72 - Gerinedeyê Samanyolu Osman Çalik 
73 - Nûçegihanê Cîhan Omer Oruç – 
74 - Şefê TRT İstabul Ozcan Keser, 
75 - Xebatkarê TRT'ê Ozden Kinik 
76 - Midûrê Kovara Mucadele Birligi Samî Tunca 
77 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Semih Elitaş 
78 - Xebatkarê Burcu FM Serkan Sedat Guray
79 - Xebatkarê Halkin Gunlugu Sertan Onal 
80 - Xebatkarê TRT Haber Seyid Kiliç 
81 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Seyithan Akyuz 
82 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Sibel Mustafaoglu 
83 - Nûçegîhana Jin Newse Şehriban Abî 
84 - Nûçegîhanê TRT'ê Turgut Usul 
85 - Nûçegîhana Sabah'ê Tulay Canpolat 
86 - Nivîskarê Vatanê Ufuk Şanli 
87 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Vahit Yazgan 
88 - Edîtorê Kovara Ozgur Halkê Yilmaz Kahriman 
89 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Yıldırım Temel 
90 - Edîtorê Rojnameya Bugun Zafer Ozcan 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn