Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin

  • jin
  • 15:26 31 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku mîna hemû salên derbasbûyî di sala 2020'an de jî,  jin li qadan rastî êrîşên mezin hatin û got: "Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin. Ji bo ku sala 2021'ê bibe sala azadiya jinan werin em bi hev re li ber xwe bidin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li buroya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, derbarê rojevên jinan de, civîna çapemeniyê ya asayî ya heftana li dar xist. 
 
Başaran di civînê de têkoşîna jinan a sala 2020'an nirxand û wiha axivî: "Em di sala 2020'an de, bûn şahidê ku çawa welat hat bi rêve birin. Li tevahiya cîhanê kirîza ku kapîtalîzmê derxist bedela wê, li gelan, kedkaran û xizanan hat birîn.  Sala 2020'î bû sala aşkerekirina 18 salên AKP'ê ku çawa dijminantiya jinan kiriye.  Bi banga 'li malê bimînin' re ji jinan hat xwestin ku li malê bimînin, birçî bimînin, tundiyê bibînin û bi birçîbûnê re rûbirû bimînin."
 
Başaran, diyar kir ku bi polîtîkayên zayenparêz û mîlîtarîst ên AKP'ê re ev sal bû sala ku bi sedan jinan jiyana xwe ji dest da.  AKP di bedêla ku tundiya li jinan tê kirin asteng bike û li dijî qirkirina jinan mekanîzmayan ava bike, bi qanûna înfazê re kujerên jin û zarokan û kesên tecawiz kirin serbest berdan. " 
 
Hin sernavên ku di axaftina Başaran de derketin pêş wiha ne: "Ev sal bû sala ku polîtîkayên qeyûman bê naber bên berdewamkirin û aşkera bû ku ev polîtîkayên qeyûman dijiminên jinan e.  Bi van polîtîkayan re di sala 2020'î de saziyên jinan hatin girtin û saziyên mayî jî mêr tayînî wan hatin kirin.  Êrîşî saziyên jinan hat kirin. Bi caran êrîşî TJA û Komeleya Jinan a Rosayê hat kirin  û jin hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî jî di dawiya sala 2020'î de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li têkoşera tevgera azadiya kurd Leyla Guven hat birîn, hat binçavkirin û hat girtin.
 
EM LI QADAN TÊKOŞIYA
 
Em jin di vê salê de jî li qadan bûn û me têkoşîn û berxwedana xwe mezin kir. Sala 2020'î, ji bo me bû sala ku em xwedî li destkeftiyên xwe derên û bû sala ku ji bo em destkeftiyên xwe bi parêzin me binçavkirin û girtin da ber çavên xwe û têkoşîna xwe mezin kir. 
 
Dema ku em ber bi dawiya sala 2020'î ve hatin tabloya tundiya jinê giran bû. Îqtîdara naxwaze van daneyan parve bike û bêdeng dimîne.  Lê li gorî daneyên ku saziyên jinan parve kirin sala 2020'î di 11 mehên dawîn ên salê de 275 jin hatine qetilkirin  û 161 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Em dijberî Wezareta Xebata û Xizmetên Civakî dizanin ku ev ne mirina bi gûman e û qetilkriin e.  Tecawizî 4 jinan hatiye kirin, 115 bûyerên destdirêjiyê pêk hatine û li 275 zarokan jî destdirêjî hatiye kirin. Ev tenê daneyên ku di çapemeniyê de cih girtine û ji aliyê saziyên jinan ve hatine parvekirin."
 
Dixwazin me ji qadan hepsî malê bikin, em qadan naterikînin.  Em ê destên hev bigirin û bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Nêrîna we ya siyasî çi dibe bila bibe werin em bi hev re ji bo xwe planekî lezgîn ê çalakiyan bikin. Ji bo ku sala 2021'ê bibe sala azadiya jinan werin em bi hev re li ber xwe bidin.
 
EMÊ TUNDIYÊ JI HOLÊ RAKIN
 
Têkçûna wan duh li Enqerê xûya bû. Jinên ku li dijî tundiya li ser jinê bertek nîşan dan bi fermana Wezareta Karên Hundir lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Wezîrê Karê Hundurîn nikare tu çareseriyekê ji me re bibîne. Wezîrekî gefan li muxalefetê dixwe, herkesi terorîst  îlan dike û ji ber ku nikare tu çareseriyê bibîne dijminantiya me dike.Em ê jin van pirsgirêkan çareser bikin. Ji xwe demeke wan kurt maye. Di hilbijartina ewil de ew ê bi bin kevin û dê biçin. Em ê li şûna Wezîrê Karên Hundir yê niha kesekî/e dikare rewşa jinê fam bike bi tevahî hilbijêrin û em ê bi tevahî pirsgirêkan çareser bikin. Em ê li şûna Wezîrê Edeletê ku li şûna maf û edaletê bi cih bîne mafê mêran diparêze Wezîreke Edaletê ya zana ku ji rêxistina jinê hatîye û bikaribe ji bo mafên jinan erka xwe bi kar bîne hilbijêrin. Em ê Wezareta Jinan ava bikin û bi Wezîrtetê ve girêdayî em ê şaxên ku li dijî tundiya jinê xebatan bike ava bikin û em ê bi tevahî li hemberê neheqîyan bisekirin.
 
JIN BIBÎR ANÎN
 
Ji bo ku sala 2021’ê bibe sala pergala azadiya jinê û li dijî van êrîşên li ser jinê tên kirin em ê xebateke giştî bimeşînin. Ji bo vê çi pêwist be em ê wê bikin. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê pirsgirêkin jinê dê bibin mijara me ya sereke. Em ê  tevî sala 2021’ê jî di çerçoveya banga xwe de ji bo ku vê pirsgirikê bi tevahî çaresser bikin  serî li hemû sazîyên jinê û partiyên din bidin. Em ê di sala 2021’ê de li qadan û meclîsê biin. Em ê li hişmendîya baviksaklarî çokbidin vedan. Sala 2021’ê wê nebe saleke ku heroj hejmara jinên tên kuştin bê aşkerakirin. Em ê jin bi ser kevin. Em dikarin bi ser kevin û ez bi van hestên xwe sala nûh li hemû jnan piroz dikim.
 
5’ê Çileyê salvegera qetlikirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar e. Em hersê jinên li Sîlopiyê û hersê jinên ku li Fransyê hatin qetilkirin bi rêzarî bi bîr tînin. Em ê li dijî polîtîkayên qirker ên li hundir û li derve ku îqtîdar pêş dixe têkoşîna xwe mezin bikin. ”
 
 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn