STENBOL – Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.”
Helbestvan Yilmaz Odabaşi li ser hesabê xwe Twîtterê ragihand ku ew hatiye girtin. Odabaşi di hesabê xwe yê Twîtterê de vê twîtê parve kir: “Di vê kêliya min karûbarên notere dikir, polîs hatin û min binçav kirin. Min radestî polîsan kirin.”
Odabaşi piştî demekê vê du twîtên din belav kir û got: “Niha min dibin edliyê. Niha jî min dibin Girtîgeha Kandirayê.”
Hat zanîn ku Odabaşi bi îdiaya li ser medya civakî parvekirinan kiriye hatiye girtin.