Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye

  • rojane
  • 09:03 29 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Ocalan ne bi prosedurên hiqûqî dê bi têkoşîneke topyekûn azad bibe û got: "Tekane çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîda mutleq pêkan e." 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehan çalakiya girava birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan jî ji 27'ê Mijdarê heya niha didome. 
 
Yek ji parêzerên Ocalan û parêzerê Baroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, tecrîda li ser Ocalan nirxand. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ TÊ CERIBANDIN, LI TIRKIYEYÊ BELAV DIBE' 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê pêşî li ber agahîwergirtinê jî digire û bi tu awayî xeberê ji muwekîlên xwe nagirin. Bîlmez, bibîr xist ku herî dawî Ocalan û girtiyên din di 27'ê Nîsanê de bi malbatên xwe re bi telefonê axifîne û got: "Birêz Ocalan tam 21 salan nikaribû mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Cara ewil di 27'ê Nîsanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, ew jî ji ber şik û gumanên raya giştî yên derbarê şewbê de pêk hatibû. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku bê li Îmraliyê bêhiqûqiyeke çawa heye. Girtîgeha Îmraliyê wekî laboratûvarê tê bikaranîn. Hemû pêkanîn pêşî li ÎMraliyê tên ceribandin û dû re hêdî hêdî li Tirkiyeyê belav dibin." 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku hewldanên di warê hiqûqî de yên Ocalan û girtiyên din hemû bê encam mane û got: "Gava mesele dibe Îmralî û Ocalan, hiqûq li dîwêr diqelibe. Ji bo em parêzer nikaribin mafên muwekîlên xwe biparêzin, tiştek ji me re nayê gotin. Heger cezayê dîsîplînê li muwekîlên me bê birîn, divê ev ji bo me bê teblîxkirin. Biryarên dadgehê yên derbarê Îmraliyê de, ji bo kirasekî hiqûqî bê fesilandin tên dayîn." 
 
WÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN 
 
Bîlmez, ji bo qedexekirina hevdîtina bi rêya telefon, hevdîtina bi malbat û parêzeran jî anî ziman ku piştî ku biryar hatiye dayn bi mehlê pê hesiyane û demildest serî li Dadgeriya Înfazê dane û got: "Piştî ku serlêdanên me hatin redkirin, me serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da. Li wir jî hat redkirin. Niha jî em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin." 
 
ÇERXEKE STEWR 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku biryarên derbarê Îmraliyê de yek jê jî xwe nasipêre hiqûqê û got: "Bi van biryaran dixwazin me di gerînekên hiqûqê de winda bikin. Çendî ku em dizanin dê encamek neyê girtin jî em îtiraz dikin. Çerxeke stewr hatiye afirandin. Helbet em mecbûr in vê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Em îtiraz dikin. Lê belê em dizanin rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Ocalan, ji prosedurên hiqûqî wêdetir, bi awayekî siyasî pêkan e." 
 
TEKANE ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Pirsgirêka sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Ji bo çareserkirina vê jî Birêz Ocalan xwedî roleke girîng e. Heger dilê wan û çareserkirina van pirsgirêkan hebe, nexwe divê tecrîda mutleq bê rakirin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Bîlmez ji bo rakirina tecrîdê bang li raya giştî kir û got: "Em ji 27'ê Nîsanê heya niha tu xeberê ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê nagirin. Em di şert û mercên şewbê de ne û mirov baş dizanin ku ev nexweşîn, nexweşîneke çi qasî cidî ye. Xeleka li derve teng dibe. Lê em nizanin bê ka li Îmraliyê çi diqewime. Peywirdarên girtîgehê tim li wir namînin. Zexîre tim diçe û tê. Ne mimkun e ku nexweşîn negihê wir jî. Em bang li raya giştî dikin ku di vî warî de bi hesasî tevbigerin." 
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

29/12/2020
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN