* Di sala 2020'an de qedexe û astengiyên li ser xebat û saziyên çand û hunerê berdewam kir. Îsal şano hatin girtin û lîstikên şano hatin qedexekirin. Li aliyê din bi hinceta şewba vîrûsa corona salonên şano hatin girtin û hunermendan ji neçarî amûrên xwe firotin û perde girtin. Lîstikên kurdî hatin qedexekirin û muzisyenên neçar man enstrumanên xwe firotin xwestin întîhar bikin.
* Hiqûqnas Reyan Yalçindag biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş dabû nirxand û got biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye.
* Rojnamevan Yûsûf Karataş diyar kir ku Rûsya komên girêdayî Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bikar tîne û heta ku bersiv nedin daxwazê kurdan û Rêveberiya Xweser dê li Sûriyê çareseriyek ne mimkin be.
* Velî Encu yê ku du sal berê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, di daxuyaniya têkildarî salvegera Komkujiya Roboskiyê de destnîşan kir ku ew ê tekoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
* Nûnerê partiyên siyasî nenaskirina biryara DMME'ê ya der barê siyaetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş de rexne kirin û anîn ziman ku nenaskirnina biryara DMME'ê helwesta Komara Mûzê ye.
* Bekîr Sitki Keçecî yê di sala 1999’an de 273 roj di rojiya mirinê de ma banga piştevaniya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê dane destpêkirin kir û divê her kes bibe dengê girtiyan.
* Li Navçeya Seyhan a Edeneyê di şertên zivistanê de li 2 hezar û 202 çadiran 9 hezar û 600 zarok di çadiran de dijîn. Malbatan bertek nîşanî rayedaran dan û anîn ziman ku şertên xerab wan dikuje û perîşan dike.
* Welatiyên li Enqereyê diyar kirin ku muçeyê kêmane têr nake û muçeyê parlamenteran di şevekê de ji sedî 200 tê zêdekirin lê dema dor tê ser muçeyê kêmane wek ku sedaqet didin tevdigerin.
* Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku bi şewba koronayê re barê wan giran bûye û ew ji meha adarê ve bi kedxwariyê rûbirû mane û dixwazin di sala 2021’an de bêhna xwe vedin.
* Salvegera 9'emîn a Komkujiya Roboskî ye. Wê qûrbaniyên Komkujiyê li Goristana Gundê Roboskî û li gelek navendan werin bibîranîn. (10.00-17.00)
* Sendîkayên karkeran û kedkaran dê li gelek bajaran ji bo muçeyê kêmane daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Eneqereyê dê têkildarî pejirandina yasaya tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl li Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)
* DAKAP dê têkidlarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1'an a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)