MÛŞ - Hevşaredarê Navçeya Kpê Adnan Topçû ku qeyûm danîne şûna wî piştî salekê hat berdan.
Hevşaredarê Navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû di 17’ê kanûna 2019’an de hatibû girtin û qeyûm danîbûn şûna wî. Danişîna sêyemîn a doza Topçû ku bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê hat lidarxistin. Topçû ji Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû û parêzerê wî Kadîr Karaçelîk li danişînê amade bû.
Topçû îdiayên li ser xwe qebûl nekir û xwest were berdan û beraetkirin.
Parêzer Karaçelîk jî parastina miwekiîlê xwe kir û xwest were berdan.
Dadger piştî navberek kin derbarê Topçû de biryara berdanê da.