STENBOL - 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar hat birîn û derbarê wî de bultena sor hat derxistin.
Danişîna biryarê ya doza têkîldarî TIR'ên MÎT’ê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar tevlî danişînê bûn û parastina Dundar kirin. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê 27 sal 6 meh cezayê girtîgehê li Dundar birî û derbarê wî de biryara girtinê û bultena sor derxist.