‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'

  • rojane
  • 09:15 23 Kanûn 2020
  • |
img

AMED – 11 sal berê Leyla Guven jî di nav de gava gelek siyasetmedar hatibûn girtin, wêneyê wan ê destkelemçekirî û li dû hev hatibûn rêzkirin hatibû girtin û hatibû parvekirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, ji bo wî wêneyî anî ziman ku "helwesta fermî ya dewletê" ye. Aktar, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha dewlet bi heman kodan hereket dike. 

 
Îqtidara AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên neçareserkirina pirsgirêka kurd herî dawî siyasetmedara kurd Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hedef girt. Ji ber xebatên wê yên siyasî 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û hat girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Girtina Guvenê operasyona binçavkrin û girtinê ya 24'ê Kanûna 2009'an anî bîra mirov. Wê demê Lela Guven jî di nav de gelek siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Gava hatibûn binçavkirin destê wan hatibû kelemçekirin û li dûr hev hatibûn rêzkirin û wêneyê wan hatibû serwîskirin. Leyla Guven wê demê Şaredara Wêranşarê bû. Wê demê ji 36 kesên sewqî edliyeyê hatibûn kirin 8 kes jê hatibûn berdan. Leyla Guven, Hatîp Dîcle, Şaredaraê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydin Bûdak, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Sûrê Abdullah demîrbaş, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Wekîlê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Şîmşek, Cîgirê Serokatiya Giştî ya ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mûharrem Erbey hatibûn girtin. 
 
Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar ku wê demê parêzeriya hin siyasetmedarên ahtibûn binçavkirin û girtin dikir, wêneyê wê demê û tiştên niha li hemberî siyasetmedarên kurd tên kirin nirxand. 
 
‘BI ZANEBÛNÎ HAT SERWÎSKIRIN' 
 
Aktar, anî ziman ku roja operasyonê 24'ê Kanûnê bi zanebûnî hatibû hilbijartin, ji lewra ev dîrok ji bo cîhana rojavayê roja "Noel"ê bû û lewma di wê rojê de operasyon kirin. Aktar, bilêv kir ku piştî siyasetmedar hatin binçavkirin bi rojekê sewqî edliyeyê hatin kirin û dû re xeber şandin ji hin rojnamevanên li bajêr û ew wêne û dîmen hatin girtin û bi zanebûnî hatin serwîskirin. 
 
‘HELWESTA FERMÎ YA DEWLETÊ'
 
Aktar, anî ziman ku bi vî wêneyî hatiye xwestin ku peyamekê bidin dewletê û got: "Ji kurda re gotin: 'Devera hûn biçinê ev kelemçe ne. Heps li ber we ye. An hûn ê bîat bikin an jî hûn ê bibin wekî vî wêneyî. Tişta xwestin ji kurdan re bibêjin ev bû." 
 
Aktar, anî ziman ku wêneyê siyasetmedarên destkelemeçekirî û wêneyê "gerîlayekî" yê bi ben ve li dû wesayîta zirxî hatibû girêdan di konferansekê de nîşan daye û got: "Hûn nikarin di ser miriyan re tiştekî bikin. Lê ev sembola nêrîn û dîtina dewletê ya ji bo miriyên kurdan. Ji hêla kurdên ku doza mafên xwe dikin û doza mafên xwe yên rewa dikin jî kelemçe ye. Ev jî helwesta fermî ya dewletê ye." 
 
‘FERASETA ÎTHAT TERAKIYÊ QET NEGUHERIYE' 
 
Aktar, destnîşan kir ku kodên dewletê yên ji bo pirsgirêka kurd ji duh heya niha qet neguheriye û got: "Dewlet tim bi heman kodan hereket dike. Feraseta îtihat terakiyê qet neguheriye. Gava kurd parvekirina serdestiyê dixwazin, dewlet red dike. Dewlet, ji bo vê daxwazê ji holê rabike, bi awayekî herî tund mudaxile dike û dixwaze vê fikrê ji holê rabike." 
 
Aktar, bal kişand ser polîtîkayên çewisandinê yên piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê dest pê kirin û got: "Qeyûm tayinî şaredariyên bajarên kurdan kirin. Helbet mesele ne meseleya ku şaredar sûc kiriye. Dewlet, dibêje ez vê serdestiyê parve nakim. Ev tunehesibandin e. Ev jî ji duh heya niha li hemberî kurdan tê kirin." 
 
Aktar ku got "Dewlet, niha nabêje kurd tune ne, lê em bi kirinên wê yî ku vê yekê dike re rû bi rû ne" destnîşan kir ku dewlet bi van kirinên xwe re dixwaze kurdan bêvîn bike. 
 
‘NE BI ZORÊ, BI DIYALOGÊ' 
 
Aktar, destnîşan kir ku niha kurd li seranserê cîhanê bi awayekî rewa tên qebûlkirin, lewma pirsgirêka kurd bi zorê nayê çareserkirin, ancax bi diyalogê dikare bê çareserkirin. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç – Mehmet Erol

Sernavên din

23/12/2020
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10