* Parêzer Gulîzar Tûncer, destnîşan kir ku "lêgerîna tazî" ku ev demeke di rojevê de ye, li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin.
* Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, Zeynî Teker ji bo ser nelirêtiya di îhaleya Baxçeyê Gel ê Kamorê de bigire, heman îhale bi "usûla bazariyê" daye heman şîrketê û şaredariyê 2 milyon TL xisirandiye.
* Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê 477 roj in tên rûniştandin hema bibêje her roj êrîşê dibin ser rêvebirên partiyê û rojnamevan, lê tu kes ji wan re tiştekî nabêje. Lê belê malbata Şenyaşar ku ji bo "edaletê" li ber avahiya AKP'ê ya Rihayê çalakî li dar xist, di roja ewil de hat binçavkirin.
* MATÛHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Înîsyatîfa Gorulmuşturê diyar kirin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazine rewa ne û xwestin dengê wan bê bihîstin.
* Li Edeneyê Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Meclîsa Ciwanan Ferhat Kalkan jî di nav de, derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin.
* Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Elîf Haran, anî ziman ku piştî girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne.
* Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya, xwest her kes xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û got: "Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekîtiya neteweyî tevdigerin, divê bibêjin 'em ê vê peywirê hilgirin.'"
* TTB dê têkildarî pandemiyê ango vîrûsa koronayê civînek çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Çûkûrova dê têkildarî muçeya kêmane daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* HDP dê li Mersîn û Rihayê têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan daxuyanî li dar bixe. (13.00-3.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê rapora binêpkirina mafan a têkildarî girtîgehên li Herêma Çûkûrovayê ku amade kiriye dê eşkere bike. (13.30)
* Hevserokên KESK'ê û şandeya li gel wan dê biçin serdana Navenda Giştî ya HDP'ê. (14.00)
* DBP dê têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin li Meydana Metro ya Aksayara Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)