EDENE - Li Taxa Gulbahçeya Seyhanê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bombeya deng hat teqandin.
Li Kolana 13290’an a Taxa Gulbahçeya navçeya Seyhana Edeneyê serê sibê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bombeya deng hat teqandin. Hat zanîn ku di teqînê de tu xesar çênebûye û derdor bi dengê teqîna bombeyê re hişyar bûye.
Polîsên ku hatin cihê bûyerê derbarê teqînê de lêpirsîn dan destpêkirin.