Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne

  • rojane
  • 09:06 21 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL – Ciwanên ku ji ber qrîza aborî pirsgirêkên debarê dijîn û tunebûna pêşerojeke baş hevalên wan dawî li jiyana xwe tînin, diyar kirin ku alternatîfa wan a tekane rêxistkirina xeteke yekbûyî ya berxwedanê ye. 

Li Tirkiyeyê bandora qrîza aborî bi pêvajoya pandemiyê re kûrtir bû. Pirsgirêka debarê ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan derdê herkesî ye. Ev rewş bi taybetî di nav ciwanan de bûye sedema întiharan. Di destpêka salê li Zanîngeha Îstanbûlê, xwendekar Hakan Taşdemîr û Sîbel Unlî, ji ber pirsgirêka debarê dawî li jiyana xwe anîn. Di meha îlonê de jî li navçeya Darica ya Kocaeliyê Fûrkan Celep ê 18 salî ku li fîrmayeke kargoyê dixebitî, dawî li jiyana xwe anî û di nîşeyek ku li pey xwe hiştibû ev tişt gotibû: “Di navbera min û hemsalên min de ferqeke mezin heye. Çima kes bi min neda hîskirin ku ez jî bi rûmet im.” Herî dawî jî di 15’ê kanûnê de Fesîh Kapçak ku beriya 7 salan bi malbata xwe re weke karkerê demsalî ji Mêrdînê hatibû li Sakaryayê bi cih bûbû dawî li jiyana xwe anî. Kapçak jî li duh xwe ev nîşe hiştibû: “Mirovê ku hêviya wî heye mîna roja biharê ye.”
 
ÇARESERÎ TÊKOŞÎN E
 
Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) Ûlaş Ûslû, diyar kir ku ciwanên di temenên dibistanê de neçarî xebatê tên kirin û wiha got: “Bi zehmetbûna şertên jiyanê re di nav pergalê de ciwan çareseriyê di întiharan de dibînin. Pergal pêşerojeke xweş û baş pêşkêşî ciwanan nake. Wê bi întiharan pirsgirêk neyên çareserkirin. Çareseriya me bilindkirina têkoşînê ya li her qadê ye. Divê em li dijî pervalê yekitiya xwe bi hêz û mezin bikin.”
 
 
DI BIN TUNDIYA DERÛNÎ DE NE
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûhammed Unal, diyar kir ku ciwan ber bi bêkariyê ve têne defandin û ciwanên ku kar dibînin jî di bin zext, kedxwarî û êrişa derûnî de dixebitin. Unal, destnîşan kir ku ciwan li dijî zext û kedxwariyê serî li întiharan didin û ev tişt anî ziman: “Em vê rewşê qebûl nakin. Li dijî vê rewşê em xeta berxwedanê ava dikin û têdikoşin. Divê em ciwanên ku ber bi bêhêvîbûnê ve hatine defandin qezenc bikin û tevlî xeta têkoşînê bikin.”
 
‘EM Ê BÊEWLEHIYÊ HILWEŞÎNIN’
 
Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ahmet Sûat, da zanîn ku desthilata AKP’ê xizaniyê li civakê ferz dike û wiha axivî: “Di şertên heyî de ciwan ber bi bêhêvîbûn û pêşeroke ne baş ve tên defandin. Ji ber vê yekê ye dema ku ciwan întihar dikin li pey xwe peyamên bêhêvîbûnê dihêlin. Desthilata AKP’ê bi tevahî me bêewle û bêpêşeroj hiştiye. Ev întihar ne yên destpêkê ne jî yên dawiyê ne. Em ê vê bêewlehî û bê peşerojê hilweşînin.”
 
‘HÊVIYA ME HEYE’
 
Endama Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Çaglar Karabûlût, bi lêv kir ku pergal di nav qrîzeke mezin de ye û ev tişt got: “Ev qrîz bi qrîza polîtîk re bûye yek. Li dijî vê li gelek deverên dinyayê ciwan bertekan nîşan didin. Li cihên wiha ku dengê bihêvî yê ciwanan  nagihîje wan jî mixabin em bûyerên bi vî rengî dijîn.  Lewre em bi hêsanî daxwaza derketina ji pergalê û hêviyê nabin her derî. Di rastiyê de hêviyeke me heye. Pêkan e ku em bi têkoşînê pêşerojek nû ava bikin.”
 
‘DIVÊ EM XETA BERXWEDANÊ AVA BIKIN’ 
 
Endama Kolektîfa Xwendekaran Cîhan Çîçek jî da zanîn ku desthilat nikare qrîzê bi rê ve bibe û bi awayekî zêde faşîzmê bi kar tîne û wiha got: “Desthilatê perwerdeyê xesp kiriye, ji ber vê jî ciwan ji bo sermiyan weke hêza kar a erzan tên dîtin. Ev jî ciwan bi tenê dihêle û wan ber bi bêhêvîbûnê ve dibe. Lewre em neçarin ku ji ciwanan re bibin hêvî. Divê rêxistinên ciwanan vê neçariyê hîs bikin û bêyî ku ji derve ve li ciwanan binêrin bi wan re bikevin têkiliyê. Wê li dijî van êrişan ciwan xeta berxwedanê ava bikin.”
 
 MA / Kadîr Guney 
 

Sernavên din

23/12/2020
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10