Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket

  • rojane
  • 09:06 21 Kanûn 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Derket holê ku di çarçoveya “Projeya Nûkirina Wesayîtan a Pergala Veguhastina Komî” ku di sala 2018’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye kirin de dizî hatiye kirin. Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku bûye navenda bertîl û nelirêtiyê, derket holê ku di sala 2018’an de di pêvajoya veguherandina otobusên ku xizmeta veguhastina komî ya di  navbera Mêrdîn û Qoserê didin de dizî hatiye kirin. Mîqdara perê ku hatiye dizîn 3 milyon TL ye. Diziya ku hatiye kirin, di encama lêkolîna serperiştî ku piştî ji peywirgirtina qeyûm Mûstafa Yaman hatibû destpêkirin de hat ferqkirin. Serperiştan têkildarî mijarê gotinên rêveberên eleqedar girtin û di raporên xwe de cih dan rewşê. Lê bendê ye ku serperişt serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bidin û gilî bikin. 
 
SERÊ WESAYÎTÊ 30 HEZAR XWESTIYE
 
Li gorî agahiyan; di dema qeyûm de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve biryar hatibû dayîn ku hejmara 100 mînîbusên xizmeta veguhastinê ya di navbera Mêrdîn û Qoserê de didin dakevin 50’yî û bên nûkirin. Di çarçoveya “Projeya Nûkirina Wesayîtan a Pergala Veguhastina Komî” ku hatibû destpêkirin de Alîkarê Midurê Polisan ê Mêrdînê Erol Beşe ku qeyûm wî kiribû Serokê Daîreya Veguhastinê û Midurê Şaxa Şîrketên Otobusan Mehmet Dogan, bi Serokê Kooperatîfa Veguheastina Komî ya Mêrdîn û Qoserê Engîn Gokçen re dest bi hevdîtinan kirin. Beşe û Dogan bi xwediyên xetan re jî hatin gel hev û biryar dan ku di wesayîtekê de xwediyên du wesayîtan bibin hevpar û serê wesayîtê 30 hezar TL bidin kooperatîfê. 
 
JI WESAYÎTAN 6 JÊ JI TRAFÎQÊ HATIN MENKIRIN
 
Xwediyên wesayîtan ku van şertan qebûl nekirin, bi betalkirina xetên xwe hatin tehdîtkirin. Li ser van gefan 94 xwediyên wesayîtan neçar man ku van şertan qebûl bikin. Xwediyên 6 wesayîtan jî ji bo 30 TL’yê ku bidin kooperatîfê meqbûz xwestin. Xwediyên wesayîtek ji ber ku ev daxwaza wan nehat qebûlkirin, pêşniyar kirin ku perê xwe razînin hesabê şaredariyê. Ji ber ku vê daxwaza wan jî nehat qebûlkirin û xwediyê 6 wesayîtan ji projeyê derketin. Li ser vê yekê ruxsatên wan ji aliyê Şaxa Miduriyeta Trafîqê ve hatin betalkirin û wesayîtên wan ji trafîqê hatin menkirin. Xwediyên van wesayîtan meseleyê birin darazê û gilliya vê rewşê kirin. 
 
MERASÎMA BI HÊVÎ Û STÊRK
 
Di pêvajoya ku dadgeha têkildarî mijarê didomiya de bi merasîmeke ku qeyûm Mûstafa Yaman jî tevlî bû, otobusên ku weke hêvî û stêrkê hatibûn rêzkirin, radestî xwediyên wan hatibûn kirin. Yaman, div ê merasîmê de axaftin kiribû û angaşt kiribû ku pereye ku ew belav bikin tuneye û ji gel re xizmetê dikin.
 
DI LÊPIRSÎNÊ DE HER TIŞT DERKET HOLÊ
 
Piştî ku qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin, derbarê bertîl û nêlirêtiyên ku li şaredariyê dihatin kirin lêpirsînên serperiştan hatin destpêkirin. Di çarçoveya van lêpirsînên serperiştan de gotinên xwediyên wesayîtan û rêveberên kooperatîfê hatin girtin. Rêveberên kooperatîfê, ji serperiştan re gotin ku ji xwediyê wesayîtan 2 milyon û 820 hezar TL berhev kirine û ji bo ku bidine qeyûm Mûstafa Yaman, bi destê xwe dane Alîkarê Midurê Polisan ê Mêrdînê Erol Beşe ku qeyûm wî kiribû Serokê Daîreya Veguhastinê û Midurê Şaxa Şîrketên Otobusan Mehmet Dogan. Lê serperiştan derberê vî pereyî de li şaredariyê tu qeyd û meqbûz nedîtin. 
 
RÊVEBERÊN KOOPERATÎFÊ NEXWESTIN PRISAN BIBERSIVÎNIN
 
Li ser van agahiyên ku me bi dest xist me xwe gihand rêveberên kooperatîfê û derbarê mijarê de ji wan pirsan kirin. Rêveberan nexwest pirsên me bibersivînin. Derbarê mijarê de Bedrî Ogredîk ku ji ber bêyî meqbûz dayîna 30 hezar TL’yê ji wan hatibû xwestin nedabû û xeta wî hatibû betalkirin, axivî û rewşê vegot. Ogredîk, diyar kir ku ji ber pereyê ji wan hatiye xwestin bêyî meqbûz nedane ji aliyê Erol Beşe û koma wî ve astengî ji wan hatine derxistin û wiha got: “Kesên ku pere dan jî ji tirsa dan. Kesî meqbûz negirt. Em nizanin pere çûye kur. Pere kirin kîsekî û birin. Ji ber ku kara Erol Beşe jî têde hebû vî tiştî kir. Min gotinên xwe daye, wê dadgeh gazî me bike. Dibe ku Erol Beşe, Serokê Kooperatîfê Engîn Gokçen û qeyûm Mûstafa Yaman pere li hev parî kiribin.”
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

23/12/2020
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10