ENQERE -Bi daxwaza rakirina mafê destnedayînê 9 fezlekeyên nû pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.
Dozgeriyê bi daxwaza rakirina mafê destnedayîna parlamenteran 9 fezlekeyên nû pêşkêşî Meclîsê kirin. Ji van 9 fezlekeyan, 3 jê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, Nûran Îmîr, Necdet Îpkeyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Meral Daniş Beşta de jî, her yek fezlekeyek hat amadekirin.
Yek ji van fezlekeyên pêşkêşî Meclîsê hatin kirin, derbarê parlamenterê Partiya IYÎ yê Konyayê Fahrettîn Yokûş de jî, hat amedekirin.