EDENE - Di vekirina bîrê de, hezan rû da û 2 karker dibin de man. Ji du karkerên di bin hezanê de mabûn, yek jê jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Sûlûca ya girêdayî navçeya Sariçam a navenda Edenê, Mehmet Yalin û Mehmet Kostekçî, duh di dema vekirina bîra avê de, hezanê rû da û di bin de man. Ekîbên AFAD'ê, agirkûj, tenduristiyê û polîsan li ser agahî dayînê hatin cihê bûyer û dest bi xebata rizgarkirina karkeran kirin. Di encama xebatê de, Yalin bi saxî ji bin hezanê hat derxistin û bi anbûlansê rakirin nexweşxanê. Piştî xebata bi saetan cenazeyê Kostekçî ji bin hezanê hat darxistin.
Cenazeyê Kostekçî, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edenê.