Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê

  • rojane
  • 09:21 19 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzer Guçlu Sevîmlî bibîr xist ku pêvajoyên hiqûqî yên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bêcezatiyê bi dawî dibin û heman talûke ji bo doza Girtîgeha Bayrampaşayê jî didome. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku tecrîda li girtîgehan li tevahiya civakê belav bûye.

 
Di 19'ê Kanûna 2000'î de li 20 girtîgehên cuda di bin navê "Vegera Li Jiyanê" operasyonek hevwext hatibû kirin. Di ser wê operasyonê re 20 sal derbas bûn. Bi sedan girtiyên ku girtîgehên Tîpa F'yê protesto kirin û ketin greva birçîbûnê, bi êrîşên bi sedan esker û polîsan re rû bi rû mabûn. Di van êrîşan 2 jê esker û yên din girtî, bi giştî 32 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan girtî jî birîndar bûbûn. Her wiha dozên derbarê van operasyonan de hatibûn vekirin hinek jê ji ber demboriyê betal bûn û hinek jê jî bi beraetê bi dawî bûn. Ji parêzerên dozê Parêzer Guçlu Sevîmlî û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ev yek nirxandin. 
 
WEKÎ BERÊ YE 
 
Di operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê de 15 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê eskerên payebilind jî di nav de derbarê 196 kesî de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Bakirkoyê didome. Parêzer Guçlu Sevîmlî bilêv kr ku di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de 10 sal in tu pêşektin çênebûne û piraniya dozên hatine vekirin jî bi bêcezatiyê bi dawî dibin. 
 
‘JI BO TECRÎDÊ' 
 
Sevîmlî, anî ziman ku li 20 girtîgehan operasyon hatiye kirin û navê "Operasyona Vegera Li Jiyanê" lê hatiye kirin. Sevîmlî, destnîşan kir ku lê belê ya hatiye kirin komkujî ye. Sevîmlî, diyar kir ku armanca operasyonê ew bû ku girtiyên siyasî bên tecrîdkirin û pêwendiya wan a bi derve re bê qutkirin. Sevîmlî, bibîr xist ku dewletê ji bo vê yekê jî di dawiya sala 1999'î de dest bi çêkirina girtîgehên wekî hucreyan kiriye û got: "Ewilî zûzûka înşeata 6 girtîgehên Tîpa F'yê qedandin. Paşê girtîgehên Tîpa F ketin rojevê. Di dawiya vê pêvajoyê de ji bo girtiyên siyasî têxin girtîgehên Tîpa F'yî, di 19'ê Kanûna 2000'î de dest bi vê operasyonê kirin." 
 
CEZA LI GIRTIYAN BIRÎN
 
Sevîmlî, bibîr xist ku piştî operasyonê derbarê bûyerê de lêpirsînên edlî hatine destpêkirin. Sevîmlî, da zanîn ku operasyon li 20 girtîgehan hat kirin lê belê tenê 10 lêpirsîn hatin destpêkirin. Sevîmlî, anî ziman ku operasyon ewilî derbarê esker û polîsên di nav operasyonê de cih girtin û rayedarên dewletê de nehatine destpêkirin, ewilî derbarê girtiyên ku sax filitîne de hatiye destpêkirin. 
 
Sevîmlî, da zanîn ku derbarê bi sedan girtiyî de bi hinceta "li girtîgehê îsyan kirine" doz hatin vekirin û piraniya van dozan bi beraetê bi daw, bûn û di hin dozan de jî ceza li girtiyan hatiye birîn. 
 
ESKERAN BERAET KIR! 
 
Sevîmlî, anî ziman ku derbarê eskerên ku di operasyonên li girtîgehên Çanakkale, Bûrsa û Îzmîrê de cih girtinde doz hatine vekirin, lê belê gişa beraet kiriye. Sevîmlî da zanîn ku doza derbarê eskerên ku tevli operasyona li Girtîgeha Umraniyeyê bûbûn de di sala 2004'an de dest pê kiriye û 15 salan dewam kiriye û ev jî bi hinceta delîl kêm in bi bêcezatiyê bi dawî bûye. Sevîmlî, anî ziman ku dosyeya Girtîgeha Umraniyeyê li dadgeha îstinafê ye û ew ê li gor biryara îstinafê serî li dadgeha bilind bidin. Sevîmlî ji bo operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê û doza hatiye destpêkirin de jî bilêv kir ku eskerên payebilind jî di nav de derbarê 196 eskerî de doz hatiye vekirin û doz hîn li Dadgeha Cezayê Giran a Bayrampaşayê ye. 
 
ESKER HATIN PARASTIN 
 
Sevîmlî ji bo dozên ku esker tên darizandin de destnîşan kir ku heyetên dadgehê eskeran diparêzin û daxwazên parêzerên mexdûran jî tim red dikin. 
 
TALÛKEYA POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ 
 
Sevîmlî, destnîşan kir ku di doza Bayrampaşayê de talûke û xetereya demboriyê heye û got: "Jixwe muameleyên xirab û kiryarên birîndarkirinê ji zû de daxilî nav demboriyê kirine. Êdî kiryarên derbarê mirinan de jî pir nêzî demboriyê bûne. Yanî dikarim bibêjim ku di 'Operasyona Vegera Li Jiyanê' de darizaninên derbarê kiryarên mirinê de jî bi demboriyê re rû bi rû ne. Dibe ku ev doz jî bi bêcezatiyê bi dawî bibe." 
 
Sevîmlî, destnîşan kir ku 19'ê Kanûnê yek ji komkujiyeke mezin a Tirkiyeyê ye û xwest kesên tiliya wan di vê yekê de heye rojek berî rojekê bên darizandin. 
 
Sevîmlî herî dawî destnîşan kir ku di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê feraseta komkujer neguheriye û got: "Gava operasyon hat kirin hikûmeta koalîsyonê ya DSP, MHP û ANAP'ê hebû. Piştî operasyonê bi 2 salan AKP bû îqtidar. Di vî warî de tiştek kirin, ew jî girankirina polîtîkayên tecrîdê ye. Îqtidara AKP'ê berdewama feraseta ku operasyon kiribû." 
 
YOLERÎ: PERGALA TECRÎDÊ 
 
Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku dewlet bi pergala girtîgehên Tîpa F'yî xwestiye girtiyên siyasî û hikumxwaran îzole bike û tecrîd bike. Yolerî, diyar kir ku pêvajoya tecrîd û îzolasyonê bi Komkujiya 19'ê Kanûnê re dest pê kiriye û piştî operasyonê bi hezaran girtî xistine girtîgehên Tîpa F'yî û wan tecrîd kirine. 
 
CIVAK HEMÛ TÊ TECRÎDKIRIN 
 
Yolerî, destnîşan kir ku piştî girtîgehên Tîpa F'yî girtîgehên din jî li gor polîtîkayên tecrîdê hatine dîzaynkirin û çendî 20 sal derbas bûbe jî lê belê tu tişt neguheriye. Yolerî, anî ziman ku li her deverê welêt girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû dimînin û ev polîtîkaya tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin niha li tevahiya civakê belav bûye. 
 
MA/ Erdogan Alayûmat- Berna Kîşîn

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin