ENQERE – Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 girtî beşdarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bûn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiribû di roja 22’yemîn de didome.
Hat zanîn ku 5 girtiyên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T tên ragirtin jî beşdarî greva birçîbûnê bûn.
Girtî Îbrahîm Sutçu bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û derheqê greve de agahî dan.
Sutçu wiha got: “Em li girtîgehê 5 kes dimînin. Her hevalek me di komekê de cih digire. Piştî greve sepanên kêfî yên girtîgehê zêde bûn. Rojnameyan nadin me."
Navê girtiyên ketine greve wiha ne: Omer Sîpek, Îbrhaîm Sutçu, Muhammet Hasan Îbîş ê ji Efrînê û Faîk Budak.