NAVENDA NÛÇEYAN - Li derdorê navçeya Eyn Îsayê di navbera grûpên bi ser Tirkiyê ve û şervanên QSD’ê de şerek dijwar diqewime.
Tirkiye û grûpên girêdayî wê ku wek hêzên paramîlîter tên nasîn ji şeva din ve bi dijwarî êrişî gundên Mişêrfa û Seyda yên navçeya Eyn Îsayê dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin û ji şeva din ve li herêmê şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.