Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma

  • rojane
  • 09:08 18 Kanûn 2020
  • |
img
AGIRÎ - Bazara Heywanan a Agiriyê ku di mehên havînê de ji toz û dumanê xuya nake, bi hatina berf û baranê re jî, vediguhere teqana heriyê. Welatiyên ku li bazarê dixebitin û bi wergirtina gîzmeyan bergiriyên xwe digirin, ji vê rewşê şaredariya AKP’ê berpirsiyar digirin. 
 
Bazara Heywanan a Agiriyê ku di nava borseyên heywanan ên herî girîng ên herêmê de cih digre, di mehên havînê de ji toz û duman xuya nake û di mehên zivîstanê de jî, di nava heriyê de dimîne.
 
Bi sarbûna hewayê re, barîna befir û baranê re, bazara heywanan veguherî gola heriyê. Bi sedan mirovên ku her roj ji bo heywanên xwe bifiroşin, tên borseyê, ji rewşa heyî ser û binê wan dibe herî. Mirovên heywana difiroşin û yên dikirin, li dijî Şaredariya AKP’ê ya Agiriyê ku li hemberî vê rewş xemsar tevdigere bi bertekin. 
 
'BI SALANE XWÎNA ME DIMIJÎN’
 
Yek ji firoşkarên heywanan Ayhan Kaya, diyar kir ku Serokê Şaredariyê Savci Sayan, her tim propagandeya xwe dike û wiha axivî: “Sayan ka ji kerema xwe re bila bê li halê me mêze bike ku em di çi rewşê de ne. Ev kar, naşibe karê alîkariya pakêteke xurek a dide mirovên feqîr. Li şûna ku mirovên xizan biçûk bixin, bila bên bazara heywanan a ku pere bi gelê Agiriyê dide qezenckirin, paqij bikin.”
 
Kaya, dazanîn ku di ketina bazarê de şaredarî fîşê pere li wan dibire û wiha bilêv kir: “Lê dema tê xizmetê jî, şaredarî tu xizmeta me nake. Mirov ji serê sibê, heya danê êvarî, neçar dimînin ku di nava vê qirêjiyê de bimînin. Ev rewş zirarê dide heywanan jî. Di heman demê de derdikevin û dibêjin, ‘Çandinî û sewalkarî bi dawî bûye.’ We bi xwe çandinî û sewalkarî qezend. Bi salane xwîna gelê Agiriyê di mêjin. Kî hatiye ev gel xapandiye. Bila êdî qadên me yên kar teng nekin, da ku mirov karibin bixebitin û debara xwe bikin.” 
 
BERGIRIYA BI GÎZME
 
Çayhan Kiliçarslan jî, anî ziman ku baza nayê paqijkirin û şaredarî naxwebite. Kiliçarslan, dest nîşan kir ku mirov ji ber heriyê gîzmeyan li xwe dikin û wiha bertek nîşan da: “Ji qirêjiyê mirov nikarin bimeşin. Çi dema ku baran li vê derê dibare, bazara me di  nava heriyê de dimîne. Em dixwazin ev der bê paqijkirin.” 
 
'JI BERÊ XIRABTIRE’
 
Nîmet Gokhan jî, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî sereke pirsgirêka binesaziyêye û wiha hirsa xwe anî ziman: “Berî hilbijartina şaredariyê, AKP soza ku wê Agiriyê veguherîne Parîsê da bû. Lê rewşa Agiriyê ya niha ji berê xirabtire. Ji ber ku li vî bajarî xebateke baş tuneye. Ger xebat hebûya, wê mirov jî rehet bijiyan. Mînak wê bazara heywanan ne di vê rewşê de bûya. Herî û qirêjiya bi ser me re avêtiye. Lê kes guh nade dengê me.” 
 
‘NAYÊ PAQIJKIRIN’
 
Welatiyê bi navê Mehmet jî, anî ziman ku ew her roj tê bazar û ev bersiv da: “Sozên ji bo mirovan hatin dayîn, yek ji wan jî nehatin bi cih anîn. Hemû kes ji vê rewşê gilîdarin. Şaredarî bi bazara heywanan re eleqedar nabe û xizmetê nake. Ger rojane ev der bê paqijkirin, wê evqasê qirêj nebe. Em her roj heywanan tînin vê derê. Em neçarin ku debara xwe bikin. Lê kesên vê yekê layîqî me dibînin bi la ji xwe şerim bikin.”
 
MA / Bariş Donmez - Ozlem Yayan
 

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin