'Wê jin xwe biparêzin'

  • jin
  • 09:24 16 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzera feminîst Canan Arin, anî ziman ku têkoşîna wan her diçe bilindtir dibe û wêrekiya jinan zêdetir dike. Arin, diyar kir ku wê mêr ji niha û pê ve nikaribin bi rihetî tevbigerin û got: "Jin, peyama 'madem dewlet naparêze, nexwe em ê xwe biparêzin' didin." 

Li Tirkiyeyê tevgera aşkerekirina di 8'ê Kanûnê de bi aşkerekirina nivîskar Hasan Alî Toptaş dest pê kiribû û niha ji gelek sektorên cuda navên mêran tê aşkerekirin. Jin li ser medyaya civakiyî bi etîketa 'bila xew li we biherime' tiştên bi salan veşartibûn û nikaribûn ji kesî re bibêjin, yeko yeo tînin ziman û taciz û êrîşên zayendiyî yên mêran aşkere dikin. 
 
Parêzera feminîst Canan Arin derbarê "Tevgera #MeToo" de axivî. 
 
Arin, bilêv kir ku bilêvkirina taciz, aşkerekirina wê tiştekî wêrekiyî ye û got: "Aşkerekirina li Tirkiyeyê girêdayî tevgera #MeToo ne. Tiştekî hebikekî derengmayî ye. Wekî min got vegotina tacizê, wêrekiyeke pir mezin e. Mêrên tacizê dikin, divê bên aşkerekirin. Ev, yeko yeko divê bên gotin. Zilamên di civakê de xwedî qedr in divê tiştên ku kirine bên aşakerekirin. Ev aşkerekirin wêrekiyê li jinan peyda dike. Bi her awayî piştgiriyê didim vê pêvajoyê." 
 
'TÊKOŞÎNA JINÊ, JINAN BICESARET DIKE' 
 
Arin, derbarê sedema ku ev pêvajo rû bide jî anî ziman ku helbet bilêvkirina tacizê zehmet e û got: "Hin bûyerên werê hene ku... Bûyerên pir wehîm ên ensestî hene. Hin dayik bi vê yekê dizanin, lê deng nakin. Heta carinan li terefê bavê cih digirin. Keçên xwe bêdeng dikin. Îdia dikin ku keçên wan derewan dikin. Di aşkerekirina tacizê de rola tevgera jinê pri girîng e. Ev têkoşîna jinê ya her diçe bilind dibe, jinê bicesaret dike. Em dizanin afktora herî mezin têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê ye. Jin, tiştên hatine serê wan yeko yeko aşkerekirin. Ji bo pêşî li ber vê bigirin, tev digerin." 
 
Arin, destnîşan kir ku aşkerekirina zilamên tacizker pir girîng û got: "Hêvîdar im wê dewam bike û dê bandorê li hemû komên pîşeyî bike." 
 
'WÊ BELAV BIBE' 
 
Her wiha Arin, derbarê gotinên ku hin kes liv û tevgera aşkerekirinê wekî 'hewldaneke lîncê ya rêxistinbûyî' derpêş dikin de jî got: "Lînc be lînc. Gava ew jinan lînc dikin, dikujin, tecawiz û taciz dikin qet fikirîn gelo? Qet fikirîn ku ew jin bi salan bi trawmayeke çawa re rû bi rû mane? Qet fikirîn gelo ew jin çawa tirsiyane? Na, wekî tu tişt nebûbe jiyana xwe domand. Jin naxwazin tu kes bimire. Tenê trawmayên tirsnak aşkere dikin. Di nav îsyaneke pir mezin de ne. Ef aşkerekirin dê bi her awayî çêbibin û berbelav bibin. Jin dê cesaretê ji hev bigirin û vê yekê bikin. Ji dil û can piştgiriya jinan dikim. Ez wêrekiya wan pîroz dikim." 
 
BERXWEDANA JINÊ HER KU BIHÊZ BIBE....
 
Arin, ji bo bandora aşkerekirinan jî got: "Mêrên ku tacizê dikin, bi vê re dê careke din bifikirin. Belkî ev yek hejmara cinayetên jinan zêde bike. Ji ber ku jin dibêjin 'em serdestiya mêrî dihejînin' tên kuştin. Mêr jî her ku serdestiya wan biheje, dê hovtir bibin. Dibe zext û zorî zêdetir bibin. Berxwedan divê. Bi rastî jî heger pergaleke hiqûqî hebe, dozger divê mêrên tacizker ên hatine aşkerekirin bide ber lêpirsînê û îfadeya wan di vê çarçoveyê de bigire. Heger ev pêvajo dest pê bike dê derbarê gelek kesan de doz bê kirin."
 
Arinê ji bo bêdengiya îqtidarê ya di vî warê de jî destnîşan kir ku îqtidar tecawizkaran diparêze û got: "Lewma bêdeng e. Li Weqfa Ensarê tecawizî zarokan kirin. Wezîr got çi? Got, 'Weqfa Ensarê, weqfeke baş e. Tiştek nabe.' Îcar ji ber ku min li dijî AKP'ê tiştek got, rabûn doz bekirin. Qaşo min rûmeta AKP'ê herimandiye. Halbûkî yê ku rûmeta AKP'ê heriman wezîrê wê bû. Tabî heger rûmeta wê hebe. Her ku berxwedana jinê bihêz bibe, dê ev yek bandorê li hiqûqê jî bike. Wê çaxê em ê bi hev re bibînin, bê li dadgehan çi diqewime." 
 
ÇIMA JIN SERÎ LI DARAZÊ NADIN?
 
Arin got: "Baweriya jinan bi pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê nemaye. Ne tenê jin, baweriya civakê jî pê nemaye. Ji lewra hiqûq tu carî li aliyê jinan cih negirtiye. Pergala hiqûqê pêşî jinên bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimînin didarizîne. Kinceke çawa li xwe kiribû? Keniyabbû? Bi pirsên werê eletewş rabirduya wê dide ber lêpirsînê. Peywira dadger, ne ew e ku rabirdûya jinê bide ber lêpirsînê. Bûyera li ber wî çi be, heger sûc be, dê bidarizîne. Lewma jin serî li darazê nadin." 
 
Arin, destnîşan kir ku ji ber ku li dadgehan qanûna baş pêk nayên, jin hesabên xwe yên medyaya civakiyî di vî warî de bikar tînin û got: "Heger qanûn pêk neyên, heger bi navê hiqûqê têgihek nemabe, çareya dawî medyaya civakî ye. Jin mecbûr dimînin vê yekê bikin. Ên jin anîn vê astê bila ji ber xwe fedî bikin." 
 
Arin, bilêv kir ku bi milyonanan jinên ku bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane û dengê xwe nakin hene û got: "Bila ew jî di nav rêxistineke jinan de cih bigirin û wan kesan aşkere bikin. Li pişt wan alîkariyeke mezin a jinan heye. Bila netirsin. Ên divê şerm bikin, kesên taciz û tecawizê dikin bixwe ne. Ne jinên mexdûr in. Lewma divê fêm bikin ku bila aliyê din şerm bike. Ez wisa bawer im ew ê jî hêdî hêdî wêrek bibin." 
 
'WÊ JIN XWE BIPARÊZIN'
 
Arin herî dawî ev tişt gotin: "Serketina jinan, ji ber rêxistinbûyîn û piştgiriya wan e. Jin hay ji vê hene. Dizanin gava bi tena serê xwe bin, dê bêtir bieciqin. Lewma mecbûr in bi awayekî rêxistinbûyî tevbigerin. Nexasim jî jinên ciwan, teqez divê di nav rêxistineke jinan de cih bigirin û bitêkoşin. Jin, peyama 'madem dewlet naparêze, nexwe em ê xwe biparêzin' didin. Ji darazê re dibêjin 'baqil be, mêrên tacizker ceza bike.'" 
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

17/12/2020
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'