Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye

  • rojane
  • 09:20 16 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Suham Şingalî, destnîşan kir ku weke êzidî pêdiviya wan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye û bal kişand ser xweseriya Şingalê. 

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, di 9'ê Cotmehê de derbarê Şingalê de peymanek çêkiribûn û piştî vê peymanê ber bi Şingalê ve bi hezaran esker hatibûn şandin. Piştî vê Şingaliyan jî li dijî vê dest bi çalakiyan kiribûn û çalakiyên wan hîn jî didomin. 
 
Endama Komiteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şingalî derbarê rewşa Şingalê de ji ajansa me re axivî. 
 
'HÊZÊN KU EV PEYMAN ÎMZEKIRIN DIJMINÊN CIVAKA ÊZIDÎ NE'
 
Endama Komiteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla, Suham Şingalî, diyar kir ku her du aliyên li hev kirine dixwazin li Şingalê fermana DAIŞ'ê kiribû bidomînin û wiha axivî: "Dema destpêka vê lihevhatina Bexda û Hewlerê me di serî de jî bi daxuyaniyê xwe nêrînên xwe û helwesta xwe bi awayekî aşkere nîşanî hemû cîhanê da.Tişta ku di 2014'an de nikaribûn pêk bînin, niha dixwazin bi vê peymanê careke din Şingalê ber bi fermaneke din ve bibin. Dixwazin vê  fermanê bi rêbazê xwe yê qanûnî pêk bînin. Asas bi vê peymanê dixwazin vîn û rêxistina ku civaka Êzidî ava kirî tune bikin. Wekî tevgera jin em xetereyê li ser tevahiya civaka Êzidî dibînin. Em vê xetereyê ne tenê li ser Şingalê, li ser tevahî Başûrê Kurdistanê dibînin. Hêzên ku ev peyman îmzekirin, li dijî tevahiya civaka êzidî û bi taybetî jî jinan e."  
 
'TEKANE ÇARESERÎ NASKIRINA XWESERIYA ŞINGALÊ YE' 
 
Şingalî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ku gel li herêmê dane destpêkirin û diyar kir ku ev çalakî çalakiyên rûmetê ne. 
 
Şingalî wiha pê de çû: "Piştî ku lihevhatin di raya giştî de hat îlankirin, li vir serhildanek pêk hat. Di hemû meşan de jî gel helwesta xwe ya zelal nîşan da. Qanûna ku vîna civaka êzidî nas neke, em jî wê nas nakin û li dijî wê peymanê jî em ê li ber xwe bidin. Ev helwesta me gelek zelal e. Ji ber wê jî gel li qadan e. Li Şengalê ji her fikirî û bîrdoziyê gel di çalakiyê de ye. Li vir bêgûman gava yêkemîn a ku dixwest ji vê peymanê pêk bînin, yek jî derbaskirina pêşmergeyan e. Heta niha 10 hezar leşker derbasî Şingalê kirin. Li Şingalê aramî heye, cewherî heye û hêza leşkerî heye. Lê bi van pêkanîna dixwazin aramiya Şingalê tune bikin. Niha her car hêzên xwe bi ser Şingalê ve rê dikin. Di hundirê Şingalê de li ser Sînor jî bi cih bûne. Bi taybetî dixwazin ku êrîşan li ser Asayîşa Şingalê bikin. Dixwazin ku bikevin cihên Asayîşê, wan û navendên wan vala bikin û tune bikin. Ji ber vê jî gel dibêje, 'Asayîş rûmeta me ye, asayîş me diparêze û baweriya me bi zarokên me heye.' Gel dibêje baweriya me bi kesên biyanî û xerib ku werin me biparêzin nîn e. Ev tişt li gorî civaka me jî rast e. Heqê me ye ku xweseriya me hebe û pêwîst e li ser xaka me mafê me hebe. Ev daxwazî ne li dijî tu qanûnê ye, ne li dijî herêma Kurdistanê ku xwe jî herêmeke xwe bi xwe rê ve dibin. Her wiha ne li gorî qanûnên Iraqê ye ku ev qas êrîşan li me bikin. Armanca me ew e ku Asayîşa me li cihê xwe be û parastina civaka xwe bike û di heman demê de xweseriya Şingal bê qebûlkirin. Yek tekane çareserkirina pirsgirêkên Şingalê, naskirina xweseriya Şingalê, naskirina xweseriya civaka êzidî ye." 
 
'XELK DI BIN PARASTINA YBŞ Û YJŞ'Ê VEDIGERE SER XAKA XWE' 
 
Şingalî di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku pêdiviya civaka êzidî bi vê peymanê nebû û wiha dom kir: "Di peymanê de dibêjin ku ji bo xelkê Şingalê vegere ser axa xwe. Jixwe xelkê Şingalê di bin parastina hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê de vedigere warê xwe. Xweserî ji wan re heta dawiyê dibe alîkar. Dijberî gotina wan em sedî sed dibêjin ku armanca vê peymanê valakirina Şingalê ye. Ji bo ku di civaka êzidî de pirsgirêk hîn bêtir kûrtir bibin. Ji bo ku di civakê de tevlîhevî derdixînin. Dibêjin ev peyman ji bo vegera gelê Şingalê ye. Lê gelê Şingalê jixwe di bin parastinê de ye. Pêwistiya gelê Şingalê ne bi hikûmeta Iraqê ye, ne jî bi hikûmeta Kurdistanê ye."
 
'DI NAV LEŞKERAN DE KESÊN BI TIRKÎ, EREBÎ Û FARSÎ DIAXIVIN HENE' 
 
Şingalî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hikûmeta herêmê gav bi gav li herêmê leşkerên xwe bi cih dike û wiha got: "Deh hezar leşkerên ku dixwestin derbasî Şingalê bikin, li Şingalê hatine bicihkirin. Li ser peymana YBŞ'ê rêveberiya xweseriyê xwe ji bajêr kişand û li ser sînor bi cih bû. Lê Asayîşa Êzidxanê di cihê xwe de ye û hîn parastina civaka xwe dike. Niha jî li ber Asayîşê konên rûmetê hatine vedan. Bi rojan in ji hêla gel û meclîsê ve ev nobed tê dewrgirtin. Çalakiyên parastina asayîşê berdewam dikin. Dixwazin îradeya Şingalê tune bikin. Ji bo tunekirina vîna gel çi ji destê wan tê dikin. Gelê me li ber xwe dide û em jî bi gelê xwe re ne. Her du alî di pêkanîna peymana xwe de îsrar dikin. Li dijî civaka me dixwazin gav bi gav vê peymanê bixin meriyetê. Di nava bajêr de erebeyên leşkerî hatine bi cihkirin. Di nav van hêzan de pir kesên biyanî hene. Hinek ji wan hene bi tirkî diaxivin, hinek ji wan ji Îranê ne û bi farisî û erebî diaxivin. Ev kes biyanî ne û civaka êzidî bi xetereyeke rû bi rû ye. Geşedanên li vir yên herî dawî bi vî rengî ne. Ji raya giştî û gelên ku dengê me dibihîze bangawaziya me ev e, îro xetere ne tenê li ser Şingalê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye. Bila her kes vê xetereyê bizane û cihê ku lê ye, têkoşîna xwe û berxwedana xwe bilind bike û xwedî li civaka êzidî derbikeve û nehêle ku ferman dubare bibe." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

17/12/2020
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'