RIHA - Polisan bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê navçeya Bêrecûka Rihayê Omer Karadag de girtin û ew binçav kirin.
Polisan, di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê Omer Karadag de girtin û ew binçav kirin. Nehat zanîn ku polîsan Karadag ji bo çi binçavkirine. Hat hînbûn ku ew birin Miduriyeta Polisan a Rihayê.