Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin

  • rojane
  • 13:13 15 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven di merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP'ê ya Qilêbanê de, axivî û got: "Em ji Qilêbanê, bang li hêzên kurdan dikin, şerê navxweyî qebûl nekin. Ev zirarê dide gelê me. Em şerê navxweyî naxwazin. "

 
Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Emê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li navçeya Qileban a Şirnexê, beşdarî merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP'ê bûn. Heyet bi dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" hat pêşwazîkirin. Piştî merasîma vekirina avahiya HDP'ê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Gûven, di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya tifaqa gelê kurd û diyar kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst yêkitiye gelê kurd e.   
 
'GELÊ ME TU CARAN DEV JI DAXWAZIYA AZADIYÊ BERNEDA'
 
Guven, anî ziman ku têkoşîna gel hêz dide berxwedana wan û wiha got: "Ev pêşwaziya we ya gerim em kêfxweş kirin. Em dizanin ku wê doza Kurdistanê bigihîje armanca xwe. Ez li vir careke din pê hesiyam ku ev doz gihiştiye armanca xwe û me gelek şoreş pêk anîne. Bi hezkirina dayîkan me careke din dît ku em gihiştine armanca xwe. Hûn jî dizanin ku tu azadî û tu rêxistin bê armanc pêk nehatine. Gelê Kurd jî roj bi roj digihîje armanca xwe. Em li ku bin bila li wir bin, pêwîste em bi rêxistin bin û em bi tifaq bin. Pirsgirika Kurd niha li Tirkiyeyê pirsgirika herî serekeye. Em duh li Cizîrê bûn.Di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan hevalên me hatin şewitandin. Di her malbateke me de 2-3 şehîd hene. Dilê wan bi birîne lê serê wan bilinde û girêdahî doza xwe ne. Malên xwe dan û canê xwe dan. Lê gelê me dîsa jî dev ji daxwaziya azadiyê bernade.Em xîzmetkarê vî gelî ne û em mînettarê vî gelî ne.Weke hilbijartiyê we em dixwazin ku layiqî we bibin." 
 
'JI ŞERÊ NAVXWEYÎ RE ÊDÎ BES E' 
 
Guven, bal kişand ser girîngiya yekitîya gelê kurd kir û wiha bilêv kir: "Em di bin zilmeke girankirî de ne. Nifûsa leşkeran ji gelê Qilebanê zêdetire. Gelo çima ev hatine axa me dagirkirine? Ji van nivî leşker û nivî jî cerdevan xaka me dagirkirine. Loma em serî radikin û vê zilmê qebûl nakin. Niha li ser çar perçeyên Kurdistanê zilm heye. Niha gelek siyasetmenderên me di zindanan de ne. Gelek hevalên me ji nêçariya xwe ji welat derketiye. Zilma wan a li dijî gelê Kurd her ku diçe zêde dibe. Lê em niha dibînin ku li Rojhilatanavîn beyî Kurdan tu biryar nayên dayîn. Tu kes êdî beyî kurdan nikare gav biavêje. Beyî kurdan nikarin tiştekî bikin. Kurdan gelek bedel dan û li hemberî van bedelan jî deskeftiyên kurdan hene. Kurd li ku bin bi rêxistinin û ji bo mafên xwe tedikoşin. Kurd ne dewletin, lê televîzyonên kurdan heye,çapemeniya wan heye. Kurd ne dewletin, lê sed hezaran hêzên wan hene. Êdî kes dikare beyî Kurdan tevbigere? Em hatine merhela serkeftinê. Serkeftin nêzike. Ji ber wê jî neyarên  me lîstîkan pêk tînin. Qilêban sînorê başûrê Kurdistane. Başûrê Kurdistan jî xaka me ye. Em nikarin bibêjin ku Başûr ne xaka me ye. Em nikarin başûr û bakur ji hevdû cuda bikin. Ew ax axa me ye. Lê niha dewleta tirk li wir jî lîstîkên qirêj dide meşandin. Li başûr hêzên Kurdan anîne hemberî hevdû. Kurd bila hevdû bikujin û tirko jî keyf bike. Pêwîste ku em van lîstîkan vala derbixin. Em dixwazin ku PDK ji vê şaştiyê bizivire. Birêz Mesut Barzanî xwe jî gotibû ku,' Em brakujiyê naxwazin' Em niha dibînin ku bi daxwaza dewleta Tirkiyeyê dîsa brakujî pêk tê. Em ji Qilêbanê li hêzên Kurdan bang dikin, ji şerê navxweyî bizivirin. Ev zirarê dide gelê me. Welehî em şerê navxweyî naxwazin. Ji şerê navxweyî re êdî bes e. Divê em li hemberî neyarê xwe tebikoşin. Bila siyasetenderên kurdan, hêzên Kurd bên gel hevdû û vî şerî bi dawî bikin."
 
'EM BIBIN DENG Û NEFESA  ZINDANAN' 
 
Leyla Guven, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin jî, ev peymanên girîng dan: "Tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi destê dewleta Tirkiyeyê tê girankirin. Dewleta Tirkiyeyê ji hêzên navnetewî re  gardiyaniyê dike. Emerîka, Rusya û Fransa  ji vê ne dûrin. Ev tecrîte bi destê van tê girankirin. Ji ber wê ji pêwîste ku em ji çalakiya zindanan re xwedî derkevin. Dengê hevalên me yên zindanan nagihije derve. Em dikarin dengê wan bidin bihîstin. Pêwîste ku em bibin dengê wan û nefesa wan. Me îşkence derbaskirine, me girtina derbaskirine û me komkujî derbaskirine. Em çil salin berxwe didin. Divê em moralê xwe xera nekin û em berxwedana xwe gav bi gav mezin bikin. Heger ku em bi moral bin em ê serbikevin." 
 
Heyetê piştî axaftinan li navçeyê serdana esnafan kir. Her wiha, heyet wê sibe jî li navçeya Elkê dikandaran ziyaret bike. 

Sernavên din

17/12/2020
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'