ŞIRNEX - Polîsan li Cizîrê di serdegirtina malan de 2 kes binçav kirin.
Di saetên serê sibê de polîsan li Cizîrê bi ser malan de girt û welatî Emîn Kalkan û Agît Kalkan binçav kirin. Polîsan her du welatî birin Muduriyeta Polîsan a Cizîrê. Nehat zanîn ku welatî ji bo çi hatine binçavkirin.