Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in

  • rojane
  • 11:15 12 Kanûn 2020
  • |
img

SILÊMANÎ - Di rojên dawî de gelê Silêmanî, Hewler û gelek bajarên din ên Herêma Federe a Kurdistanê li dijî polîtîkayên rêveberiya PDK û YNK'ê li kolanan çalakiyan li dar dixin. Rewşenbirên herêmê diyar dikin ku sedema van çalakî û bertekan feraseta hikûmetê ya ku gel ji çandinî û sewalkariyê qut dike û wan fêrî meaş dike û çavkaniyên petrolê pêşkêşî mêtîngeran dike ye. 

 
Gelê Herêma Federe a Kurdistanê çend rojin li dijî polîtîkayên hikûmeta PDK'ê ku rê li pêşiya qeyrana aborî vedike li kolan û qadan çalakiyan li dar dixin. Gelê ku heta niha fêrî meaş hatine kirin, ji ber ku nikarin meaşê xwe bistînin bertek û nerazibûnên xwe li kolanan nîşan didin. Her roj bi piranî ciwan gelê Silêmaniyê li kolanan çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî li bajarên Silêmanî, Kerkuk, Ranya, Qelediz, Kelar, Seyîdsadiq û gelek navendên din gel li kolanan bertekên xwe yên li dijî hikûmetê tînin ziman. Gel li dijî rêveberiya PDK û YNK’ê bi bertek in. Li hin cihan buroyên partiyên siyasî şewitandin û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, heta niha di mudaxaleyên pêşmergeyan de 2 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî di êrîşan de birîndar bûn. Ji bo rê li pêş çalakiyan bigirin ketin û derketina bajar qedexe kirin. Qedexeyên ketin û derketina bajaran û qeyrana li kolanan didome. Herêma Federe a Federe Kurdistanê heta beriya 2014'an di nava Rojhilata navîn de wekî cihê bi ewle û qada razemeniyê bû. Lê piştî 2014'an bû hedefa DAîŞ û hêzên navdewletî. Piştî referanduma Kurdistana Serbixwe ya 2017'an hin bajar ji herêma Federe a Kurdistanê hatin qetandin û bi hukûmeta Bexdeyê ve hatin girêdan. Bi taybetî piştî alozî û rageşiya di nava DYA û Îranê de Hêzên çekdar ên DAÎŞ'ê herêmên wekî Mûsûl û hin herêmên din bi dest xistin. Ji ber polîtikayên hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê qeyrana aborî her ku çû kûr bû. Gel ku êdî nikarin debara xwe bikin di hefteyên dawî de li kolanan bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman. 
 
Di meha baharê de hêzên pêşmergeyan li herêma Zînî Wertê bi cih bûn. Ev yek demek dirêj bû sedema rageşî û niqaşan. Dîsa Hêzên Gulan û pêşmergeyên Roj ên girêdayî Hikumeta Mesrûr Barzanî li herêma Garê  ku di kontrola PKK’ê de ye bi cih bûn, dîsa rageşî û bertekên gel zêde bûn. Vê yekê bi xwe re niqaşên “Hewldana birakujî” pêş ketin. 
 
JI BER POLÎTÎKAYÊN ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ TUNE QEYRAN KÛR DIBE
 
Di sala 1991'an de piştî gel li dijî rejîma Baasê serî hilda, gelek bajarên herêmê ji kotrola Hikûmeta Baesê derketin. PDK û YNK’ê li gorî daxwaza DYA sînorê xwe diyar kirin û li Herêma Federe a Kurdistane serweriya xwe ava kirin. Piştî hikûmeta PDK û YNK'ê serweriya xwe li herêmê îlan kir gel bi meaş ve girêdan û dawî li polîtîkayên çandinî, çotkarî u sewalkariyê anîn. Bi vê yekê re gel destê xwe ji hilberîn û kar kişand. Betaliyê dest pê kir. Bi taybetî piştî DYA di 2003'an de mudaxaleyî Iraqê kir û di sala 2005'an de li herêmê Rêveberiya Herêmî hat avakirin, aboriya li herêmê bi polîtîkayên taybet hat rêveberin. Hikûmetê destê gel ji hilberîna çotkarî, çandinî û sewalkariyê qut kir û bêtir di aliyê bazirganiyê de bi Tirkiyeyê ve girê da. Gelê ku berê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir, êdî betal hat hiştin. Li herêmê di sala 1980’an de di serdema Rejîma Baasê de di êrîşên Enfalê de 6 hezar gundên Kurdan hatin valakirin. Polîtika û geşedanên li herêmê herî zêde bandora xwe li ser cotkarî, sewalkarî û aboriya herêmê kir. Gel ji hilberînê qut bû û bi meaş ve hatin girêdan. Herêma Federe a Kurdistanê ku nêzî 6 milyon nifûsa wê heye, nêzî 1.6 milyon meaş ji hikûmetê digire û nêviyê vê yekê jî ji karmend û pêşmergeyan pêk tê. Aliyê din jî mexdûrên Enfalê, xazî û kesên teqawît cih digirin. 
 
EMBARA ÇANDINIYÊ YE
 
Herêma Federe a Kurdistanê ku embara çandinî û hilberînê ye, ji ber plan û polîtîkayên Hêzên Kurevî, êdî çandinî nayê kirin û herêm bûye qada şer. Li herêmê her tim şer heye. Gel êdî di nava şer de dijîn. Gel êdî dest ji çotkarî, çandinî û sewalkariyê berdaye. 
 
HATINA PETROLÊ 
 
Ji ber ku Herêma Federe a  Kurdistanê navenda petrolê bû, Hêzên Navdewletî li ser hebûna petrolê planên xwe çêkirin û polîtîka pêş xistin. Hêzên navdewletî li ser rezerveyên petrolê planên xwe çêkirin. Li gorî vê yekê rêveberî û statuya herêmê diyar kirin. Piştî liherêmê hilberina petrolê dest pê kir, bi rêyên qaçax êdî petrol şandin Tirkiye û Îranê. Mehê 150 hezar bermîlê petrolê ji herêma Iraqê şandin Tirkiye û Îranê. Lê gelê herêmê ji vê petrola qaçax sûd negirtin. Gelê li çoltarê dijin dîsa debara xwe bi çandinî û sewalkariyê kirin. 
 
POLÎTÎKAY^N KOMKUJIYÊ YÊN SADDAM 
 
Serok û dîktatorê Iraqê Iraqê Saddam Huseyîn, ku li dijî Kurdan komkujî pêk anî, Saddam Huseyin, li aliyekî li herêma Federe a Kurdistanê komkujî kir, li aliyê din, dest danî ser aboriya herêmê û ji bo xwe hin fabriqe ava kirin. 
Saddam Huseyin, piştî qeyrana Korfesê ku DYA di salên 1990’î de ambargo danî ser Iraqê, li bajarên Silêmanî, Hewlêr û derdorê wê fabrîqeyên ku nêzî 500-600 kes lê kar bikin ava kir. 
Li Navenda Silêmanîyê siloya genim, fabrîqeyên tekstilê, fabrîqeyên çixarê ku 400- 600 kes lê kar bikin ava kir. Li Serçinarê fabrîqeya çîmento ku 300 kes lê kar bike ava kir. Li Bekrajoyê fabrîqeya pinçarê şekir ava kir. Li Hewlêrê febrîqeya ava fireng û îsotan ava kir. Dîsa li Hewlêrê fabrîqeya Xalîçeyan ava kir. Li herêmê dîsa gelek fabrîqeyên din ava kirin. Lê li gel ku hêzên serdest xwest herêmê dagir bikin û mêtîngeriyê pêş bixin jî gelê herêmê ku li çoltar û qadên çiyê dijîn dîsa dest ji karê çandinî, çotkarî û sewalkariyê bernedan û jiyana xwe ya berê berdewam kirin. Bi taybetî gelê herêma Qendil, Deşta Herir, Akre, Pencwin, Şeqlawa, Rewanduz, Çemçemal, Seyid Sadik, Ranya, Xurmal, Ahemdava, Qaledizê û herêmên din karê sewalkarî û çandiniyê berdewam kirin. Gelê Silêmaniyê li herêmên Şarezor, Pencwin, Derbendixan, Bazyan, Dukkan û Ranya 5 navendên hilberîn û çandiniya birincê (Riz) ava kirin. Bi qasî têra Iraqê bikin hilberîna birincê kirin. Dîsa li herêma Necef, Kerbela, Divaniye, Mussena yên Erebên Şîî navendên hilberîna birincê ku sed hezaran ton birincê hildiberînin ava kir. Birinca li vê herêmê çandin, kîloya wê bi 50 sentan firotin Îran û Pakistanê. 
 
PÊŞKÊŞÎ TIRKIYE Û AKP'Ê KIRIN
 
Piştî DYA di 2003'an de mudaxaleyî herêmê kir, li tevahiya  Iraqê û Herêma Federe a Kurdistanê di aliyê siyasi, aborî û civakî de pêjoyek nû dest pê kir. Ji bo Aboriya Kurdan a serbixwe pêş bikeve derfetên nû hatin dayîn. Lê ji ber polîtîkayên DYA û îqtîdara herêmê li şûna aboriya herêmê pêş bixin, firsend xist destê Tirkiyeyê. Destûr da ku AKP û Erdogan di qada aborî, siyasî û eskerî de li herêmê baragehên nû ava bike û dest bi dagirkerî û mêtîngeriya herêmê bike. Tirkiye û AKP'ê piştî 2003'an li herêmê hêdî hêdî serweriya xwe ava kir û herêm xist kontrola xwe. 
 
DYA'YÊ, PDK û YNK BI XWE VE Û PEŞMERGE JÎ BI MEAŞ VE GIRÊDAN
 
DYA piştî polîtikayên salên 1990'an PDK û YNK  bi xwe ve girê da. Kesên zengîn li bazirganiya petrolê geriyan û partî bi rêxistin kirin. Piştre her partiyê pêşmergeyên xwe ava kirin û bi meaş ve girêdan. Ji her malên li çoltarê kesek kirin pêşmerge û meaş dan wan. Li bajaran jî ji her malbatê kesek wekî karmend xistin kar û bi meaş ve girêdan. Bi vê yekê re dawî li çandinî û sewalkariyê anîn. Hêzên navdewleti her ku li herêmê şîrketek ava kirin parek dan rêveberiya PDK'ê.  Şîrketên ku para rayedarên KDP'ê di navde hene ava kirin. Di nava van şîrketan de Kar Grup, Mihtap, Selahaddin û Kurdistan jî heye. Xwediyê van şîrketan ji Neçirvan Barzani, Mesrur Barzani û malbatên wan pêk tên. Piraniya van şîrketan bi şirîkatiya Cemaeta Gulen hatin avakirin.
 
AKP'Ê LI HERÊMÊ 6 HEZAR ŞÎRKET AVA KIR
 
Piştî DYA dawî li rejîma Saddam Huseyîn anî û AKP li Tirkiyeyê bi ser ket, rêya bazirganiyê li AKP'ê vekir. AKP'ê li herêma Federe dest bi bazirganiyê kir û li herêmê 6 hezar şîrket ava kir. Ev şîrket salê 10 milyar dolar pere ji bo  Tirkiye didin qezençkirin. Piraniya butçeya ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd xerç dike, ji pereyê şîrketên herêmê qezenç dike. 
 
 
BI TIRKIYEYÊRE 'PEYMANA VEŞARÎ' YA PETROLÊ YA 50 SALAN ÎMZE KIRIN
 
Li gorî peymana dawî ya di navbera Hikûmetên Bexde û Hewlêrê de, diviya bû rojê li beramberî para butçeya 2020'an a Başûrê Kurdistanê 250 hezar bermîl betrol û ji sedî 50 hatina sînoran bidana hikûmeta Iraqê. Lê Herêma Federe heta niha ev yek pêk neanî. Bi taybetî Hikûmetae Herêmê û PDK'ê li gel para petrol û hatina sînor nedan hikûmeta Iraqê ji disa meaşên karmendan nedan wan. Li aliyê din Hikûmeta Bexda, peymana bi dizî ya di navbera PDK û Tirkiyeyê ku 50 salan li ser petrolê îmze kirin de, rêveberiya herêmê bi "Beyî me petrolê je dest derdixe" tawanbar kir. 
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 
 

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin