MÊRDÎN – Derbarê “çerxa bertîlxwarinê” Şaredariya Artûklû de yek lêpirsînek jî nehatiye birêvebirin. Li şûna bertîlxwaran, lêpirsîn derbarê ajansa me û nûçegihanê me ku mijar anîbû rojevê de hatiye destpêkirin.
Kurê Serokê Şaredariya Artûklû ya AKP’yî Abulkadîr Tutaşi, Şêhmûs Tûtaşi û komek pê re beramberî bertîlê hin karan kiribûn. Ajansa me û nûçegihanê me Ahmet Kanbal vê mijara bertîlê lêkolîn kiribûn û bertîlê anîbûn rojevê. Li şûna ku derbarê van bertîlxwarên AKP’yî de lêpirsîn were destpêkirin, lê dadgeha Mêrdînê rabûye derbarê ajansa me û nûçegihanê me Ahmet Kanbal de lêpirsînên cuda daye destpêkirin.
Ajansa me di 20’ê çileya 2020’an de bi sernavê “Li Artûklûyê Çerxa Bertîlê” nûçe ji xwîner û aboneyên xwe re serwîs kiribû û bertîlxwarina li Artûklûyê deşîfre kiribû.