‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’

  • rojane
  • 13:49 10 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE - Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, di 62’emîn meha Komkujiya Garê de qala pêvajoya dozê kir û wiha got: “Ji bo têkoşîn bidome di vê pêvajoyê de pêywîr dikeve ser milê herkesî.”  
 
Di meha 62’emîn de qurbaniyê Komkujiya Gara Enqereyê li Qada Garê hatin bibîranîn. Di bîranîna ku ji ber pandemiya kovîd-19’ê kêm kes tevlî bûn de pankarta ku wêneyên 103 qurbaniyan li ser bû hat hilgirtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede ji bîr kirin” hat berz kirin. Dûre Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê (10 Ekim-Der) Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku her kêliya ku negihin edaleta rast kerbên wan vedibin û wiha axivî: “Dibêjin qey em ê dest ji têkoşînê berdin, 62 meh derbas bû. Di 62 mehan de ji êşa me re rêz nehat girtin, êşa me nayê bihîstin. Di lêgerîna hiqûqê de tu pêşveçûn nîne. Darizandina komkujiya 10’ê Cotmehê ya ku nêzî çar sal in didome bi hevre dişopînin. Wê 15’ê Kanûnê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê bidome. Pêvajoya darizandinê ya tenê bersûcekê girtî û kursiyên bêrsûcan ên vala heye niha.”
 
‘KERBA ME MEZIN DIBE’
 
Coşgûn, da zanîn ku ji ber kovîd-19’ê her çiqas hejmara wan kêm bibe jî kerbên wan mezintir dibin û wiha got: “Bila bizanin ku em ji 10’ê Cotmeha 2015’an heta niha bi awayekî rast najîn. Di vê pêvajoyê de me fêhm kir ku wext ne êşa me ne jî kerbên me kêm dike. Ev doz, doza herî mezin a di dîroka komarê de ye. Gelek delîl li bendê ne ku derkevin holê. Ji bo ku têkoşîn bidome peywîr dikeve li ser milê me tevan. Divê em eywanan tijî bikin. Tenê bi anîn ziman a kerban nabe divê em hin tiştên din jî bikin. Em bîrdariyekê dixwazin. Meha pêşiya me jî em ê li vir bin. Divê herkes bizane ku heta ev doz bigihîje edaleteke rast wê çalakiya me berdewam bike.”
 
‘DIVÊ KESÊN RÊ LI BER KOMKUJIYÊ VEKIRIN JÎ BÊN DARIZANDIN’
 
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku komkujiya li dijî mirovatiyê hatiye kirin qet ji bîr nakin û wiha got: “Me çawa Çorûm, Gurgum, Sêwaz ji bîr nekirin, em ê 103 canên xwe yên di 10’ê Cotmehê de winda kirin jî ji bîr nekin. Kesên komkujî pêk anîn û rê li ber komkujiyê vekirin jî ji bîr nakin. Wê hefteyekê çalakiyên me hebin. Em ê di 15’ê Kanûnê de danişînê bişopînin. Divê herkes hestiyar be. Divê em girîngiyê bidin dozê, ne tenê kesên komkujî pêk anîn, kesên ku rê li ber komkujiyê vekirin jî bên darizandin.”
 
 
 

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin