ŞIRNEX- Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz ku beriya 2 rojan hatibûn binçavkirin li navçeya Cizîrê hat girtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Endamê Meclisa Partiyê (PM) û Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ercan Oguz ku du roj berê dema diçû Şirnexê, li noqteya polîsan hatibû binçavkirin, hat girtin. Hat hînbûn ku Ogûz li dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin.