STENBOL – Davût Barîn ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê gardiyanan bi ser qawişên wan de girtiye û amûrên wan desteser kirine.
Li Girtîgehê Tîpa H a Eskîşehîrê, gardiyana bi ser qawişên girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ne girtin û amûrên wan desteser kirin. Ji girtîgehê girtî Davût Barîn bi rêya telefonê dayika xwe Necla Barîn re ragihand ku ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kirine gardiyan û cendirmeyan bi ser qawişên wan de girtine û mûemeleya xerab li wan kirine.
Barin, diyar kir ku lênûsk, pirtûk û gelek amûrên wan desteser kirine û ev tişt got: “Em van serdegirtinan qebûl nakin. Gardiyan û cendirmeyan bi lênûsk û pirtûkan re lîmon û xweya me jî desteser kirin.”
Dayika Barîn Necla Barîn, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi van hewldanên xwe dixwaze çalakiya zarokên wan proveqe bike û xwest ku daxwazên zarokên bên qebûlkirin.