AMED - Li Amedê, xebatkarê tenduristiyê Mehmet Aslan, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Bi Aslan re, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan, derket 16'an.
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, xebatkarê tenduristiyê yê Beşa Dîyalîzê Mehmet Aslan ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da.Odeya Bijîşkan a Amedê, derbarê mirina Aslan de, ev peyam da: "Me ji ber şewba vîrûsê xebatkarê tenduristiyê Mehmet Aslan winda kir. Em sersaxiyê ji malbata wî û civata tenduristiyê re dixwazin."
Li aliyê din, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî, diyar kir ku li bajêr, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan, derket 16'an.