Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin

  • rojane
  • 09:16 4 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Malbatên girtiyan derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de rayedar hişyar kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûl kirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê.

Girtiyên ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyêyê ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtîne, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin destnîşan kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûl kirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê.
 
‘EM Ê LI BER DERIYÊ ZINDANAN BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ’
 
Yesûre Tûfan ku kurê wê Azîz Tûfan di Girtîgeha Jimare 1 a Amedê de ye, diyar kir ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan in û wiha got: “Em tecrîda li ser zarokên me û birêz Abdulah Ocalan qebûl nakin. Ji ber ku zarokên me di zindanê de pir zor û zehmetiyê dikişînin, ketine greva birçîbûnê. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Heke daxwazên wan neyên bicih em ê li ber deriyê zindanan çadiran vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê. Êdî bes e, taqeta me nema.”
 
‘EM Ê DÎSA LI KOLANAN BIN’
 
Tûfan, da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de diviyabû zarokên wan serbest hatibûna berdan û wiha axivî: “Em naxwazin zarokên me êdî di zindanê de bin. Ne şeva şev e ne jî roja me roj e. Em ê dîsa li kuçe û kolanan bin. Li temamê zindanan zilm li ser girtiya tê meşandin. Radyo û pirtûkan nadin wan, xwarina wan ne baş e, berberê wan tune ye. Em dema diçin hevdîtinê nikarin serê xwe di qebînan de bilivînin. Ev hemû îşkence ye. Em vê zilmê qebûl nakin.”
 
Tûfan, bang li dayika kir ku hemû rabin ser xwe, xwedî li zarokên xwe derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em wekî grevên birçîbûnê yên din xwedî li zarokên xwe derkevin. Em dayik efûyeke giştî dixwazin. Zarokên me di girtîgehan de bûn nîvmirov. Sûcê me tenê ji ber ku em kurd in. Ez bang li rayedarên dewletê jî dikim; vê îşkenceyê li ser zarokên me rakin û efûyeke giştî bidin. Di pandemiyê de deriyê zindanan vekin. Em mirin jî bila bi hev re bimirin. Ji CPT’yê re jî dibêjim, bila demilest werin li zindanan binêrin ka çi îşkence li ser zarokên me tê meşandin.”
 
‘LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ NEMAYE’
 
Sulhiye Sarûhan ku kurê wê Mahsûn Sarûhan di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê de dimîne jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tu heq û hiqûq nemaye û wiha got: “Girtiyên tacizkar û tecawizkar hemû hatin berdan, lê zarokên me nehatin berdan. Sebeba vê çiye? Ji ber ku zarokên me kurd in. Em 5-6 mehan zarokên xwe nabînin, nizanin sax in an mirî ne, çawa ne. Ma ev insanetî ye.”
 
‘KES DENGÊ GIRTIYAN NABIHÎZE’
 
Sarûhan, destnîşan kir ku zarokên wan ji ber zilm û zorê ketine grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Kes dengê girtiyan nabîhîze. Gişan çavên xwe kor kirine, guhên xwe ker kirine. Girtî jî mecbûrî dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî li pey zarokên xwe ne, hewce bibe em ê jî bikevin grevê, hewce bibe em ê xwe bişewitînin jî. Ma ji zarokên me pêvetir tiştekî me heye.”
 
‘JI BO ZAROKÊN XWE RABIN SER XWE’
 
Sarûhan, xwest ku malbatên hemû girtiyan ji bo zarokên xwe rabin ser xwe û wiha bang kir: “Bila malbat bes vê zilmê qebûl bikin. Heke giş bi hev re rabin nikarin tiştekî li me bikin. Divê em rabin, giş xwe bikin yek, destê xwe bidin hev du. Em bibêjin vê zilm û zorê qebûl nakin û li pey zarokên xwe ne. Daxwazên zarokên me, yên me ne. Em dixwazin hemû girtî werin berdan, azad bibin.”

Sernavên din

04/12/2020
10:20 Li Wêranşarê îdîaya di du rojan de 2 'întîhar'
09:56 Derbarê kuştina Erbaş de lêpirsîna ‘biqisûr’ hat destpêkirin
09:17 Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin
09:16 Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin
09:15 'Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin'
09:14 Li Mêrsînê 300 kes bûn endamên HDP'ê
09:08 Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne
09:07 Parlementer Gulum: Girtîgeh veguherîne malên komkujiyê
09:06 30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye
09:06 Tumuklu: A ku tecrîda li Îmraliyê bişikîne têkoşîn e
09:05 Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'AN
03/12/2020
20:46 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan û kesek hat girtin
20:40 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 14 hezar û 316
18:13 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî birî
16:57 50 fezlekeyên nû derbarê parlamenterên HDP'ê de amede kirin
16:53 Wê li hucreya yek kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe
16:08 Li Misircê erdhej: Avahiyan xesar dît û nexweşxane hat valakirin
15:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:49 HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be
14:30 Serlêdanên 8'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
14:29 Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin
13:44 Başaran: Roj roja berxwedana li dijî pergala zilam-dewletê ye
13:38 AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir
13:36 Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne
13:04 Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê
12:50 Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan
12:47 Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike
12:47 Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin
11:52 ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
11:43 Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin
11:12 Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin
10:49 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin
09:55 Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe
09:12 16 caran îşkenceya binçavkirinê
09:11 Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn
09:11 Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin
09:10 'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin'
09:10 Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
09:09 Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be
09:09 Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:09 Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya
09:07 Li Sêrtê erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN
02/12/2020
22:51 Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin
20:20 Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan
19:46 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:49 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin
16:44 Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê
16:07 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê
15:44 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:25 Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket