SÊRT – Li navçeya Misircê ya Sêrtê di erdheja ku vê serê sibehê rû dabû de gelek avahiya xesar dîtin. Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê jî ji ber xesar dît hat valakirin. Welatiyên derketin parkan bi fikar hêj disekinin.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê vê sibehê saet di 08.45’an de bi mezinahiya pileya 5.1 erdehejek rû da. Hat gotin erdhej 5 kîlometre di kûrahiya bin erdê de çê bûye. Erdhej li Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex û gelek deverên din bandora xwe nîşan da û li van deveran jî erd hejiya.
WELATÎ BI METIRSÎ LI DERVE NE
Li navenda Misircê gelek avahiyan xesare dîtin û piştî erdhejê welatiyên ji malê xwe derketin ji ber metirsiya dê dîsa erdhej çê bibe newêrin biçin malên xwe. Welatiyên li parakan û cihên vala ên navçeyê kom bûne ji ber metirsiyê erdhejê bendemayîna xwe didomînin. Welatiyan destnîşan kir ku piştî erdhejê tu rayedarek neçûye serdana navçeyê.
DU WELATÎ BIRÎNDAR BÛN
Hat ragihandin ku li Bajaroka Zoqeydê ya bi ser Misircê ve ku navenda erdhejê ye gelek malên kerpiç hilweşiyan e û du welatî jî bi sivikayî birîndar bûne.
NEXWEŞXANE HAT VALAKIRIN
Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê jî ji ber erdhejê xesar dît û ji ber vê yekê nexweşxane hat valakirin, tîmên tenduristiyê li cihek vala ji bo dermankirina welatiyan kon vedan.
ŞANDEYA HDP’Ê LI MISIRCÊ SERDANA XELKÊ KIR
Şandeya ku ji Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş û rêveberên HDP’ê yên navend û bajêr û navçeyan pêk tên jî çûn serdana herêma erdhejê û bi welatiyên li parkan kom bûne re hatin cem hev û li rewşa wan pirsîn.