AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dewrî koma duyemîn hat kirin.
Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de li hemû girtîgehan hatibû destpêkirin, dewr girt. Girtî bi awayekî dorveger 5 rojan dikevin greva birçîbûnê.
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyên bi navê Celalettîn Gûrgen, Garîp Nazlier, Onûr Kangal, Hamdûsena Ada û Şahîn Karahan ragihandin ku weke koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girtine û îro dest bi çalakiya xwe kirine.
Piştî 5 rojan wê girtî çalakiya xwe dewrî koma sêyemîn bikin.