ENQERE – Nûçegîhanê me Hakan Yalçin û 8 kesên pê re hatibûn binçavkirin hat berdan û Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Gulen hat girtin.
Nûçegîhanê me Hakan Yalçin jî di nav de 8 kesên ku di 27’ê mijdarê de li Eqnereyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Gulen, bi angaşta “endamtiyê rêxistinê” hat girtin.
Nûçegîhanê me Hakan Yalçin, Dogan Keleş, Tûnahan Gozlugol û Mesût Çîftçî bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emrah Akbay, Nûrten Pala û Tulay Keklîkçî jî şer tê kontrola edlî ya hefsa malê hatin berdan.
Hat hînbûn ku Mahmût Altan ê 73 salî jî piştî bidawîbûna kirariyên xwe yên li miduriyeta polisan hatiye berdan.