* Malbata Korkmaz saleke cenazeyê kurê xwe Yûsûf Korkmaz ê HPG'yî wernegirtiye. Malbatê diyar kir ku bi vî awayî tên îşkencekirin û xwest rojek berî rojekê ev îşkence bi dawî bibe.
* Nivîskar Riza Dalkiliç, tiştên di dema Komkujiya Dersimê de li Pilimûriyeyê qewimîne di pirtûka xwe ya bi navê "1938'de Pulumur" de kom kirine.
* Wekîlê Hevserokatiya HDP'a Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku armanca malbatên ku li ber avahiya partiya dane sekinandin, ji dîtina zarokên xwe wêdetir, armanca wan şovkirin û astengkirina xebatên partiyê ye û got: "Heger armanc dîtina zarokên wan be, nexwe em bi hev re biçin Enqereyê."
* Tirkiye li Sûryiyeyê ku şer dîsa zêde dibe, dixwaze ji nûve bi DYA û Rusya re li ser masê rûnê. Têkildarî geşedanên dawî Rojnameger Nihat Kaya, diyar kir ku Tirkiye ji bo ji cihê xistine kontrola xwe derkevin, dixwazin berê xwe bidin Kurdan û dawîzan bi dest bixin. Kaya, da zanîn ku di şexsê Sûriyeyê de şerê cîhanê cîhanê pêş dikeve.
* Kedkarên tenduristiyê ku di şert û mercên zehmet de li hemberî şewbê têdikoşin, anîn ziman ku gava testa wan pozîtîf ber herî zêde 10 rojan di karantînayê de dimînin û piştî karantînayê cardin dest bi kar dikin.
* Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, ji bo peymana Tirkiyeyê ya bi Qetarê re kir diyar kir ku peyman bi feraseta "milk ê padîşah e" hatiye kirin û got: "Niha bedêla balafira bi 500 milyon dolarî tê dayîn ku du sal berê diyarî Erdogan hatibû kirin."
* Li Wanê jinan anî ziman ku ji ber qewimînên li Herêma Kurdistana Federe hin fikar bi wan re çêbûne û bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kirin û gotin: "Heger şerek çêbibe dê zirar bigihê her kesî. Li dijî birakujiyê rabe. Em bi yek bin."
* Erkan Gungor ku atolyeyeka wî ya biçûk heye, anî ziman ku tiştên ji bo hilberînê dikire tim biha dibin, lê belê hîn jî ew li gor fiyetên sala 2010'an difiroşin.
* Hevşaredarên Cizîrê yên ku qeyûm tayinî şûna hatine kirin Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig derbarê polîtîkayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin de gotin: "Hewl didin ku komployeke qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê organîze bikin û vê yekê bi rêya dadgehê qanûnî bikin. Ji polîsan bigirin heta ku qeymeqam, îstîxbarat û walitiyê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî daxwaza qeyûm tevdigerin."
* Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, diyar kir ku hema hema hemû girtî bi ketina şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re rûbirû ne û got: "Ji ber ku bergirî niyan girtin, dibe ku hemû girtî bi vîrûsê kevin."
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, wê li avahiya partiya xwe ya Mêrdînê bi gel re bicive û dûre esnafan ziyaret bike. (12.00)
* HDP'ê wê di çarçoveya kampanyeya "Li dijî faşîzmê berxwedan, ji bo gelan demokrasî û edalet" de li navçeya Esenyûrt a Stenbolê û navçeya Akdenîz a Mêrsînê civînên gel li dar bixe. (13.00)
* Nivîskar Fatêxan Taşli Tunç, wê li Komeleya Wêjevanên Kurd pirtûka xwe ya bi navê "Kezî" îmze bike. (16.00)