Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye

  • rojane
  • 09:15 27 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Hîn jî kiryarên 24 sivîlên ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbînê de hatibûn kuştin nehatine aşkerekirin. Derbarê dosyeyên her 24 kesan de jî "biryara lêgerîna daîmî" hat girtin. Her wiha heya niha îfadeya polîsekî jî nehatiye girtin û dozgeriyê 5 salan hesabê medyaya sosyal ên kesên ku jiyana xwe ji dest dane vekolane û bi vê yekê xwestiye "têkiliya wan a bi rêxistinê" re derxîne holê. 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cara ewil di 1'ê Cotmeha 2015'an de qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û ev qedexe 8 caran li ser hev hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de nexweş, astengdar û yên nikaribûn biçin nexweşxaneyê jî di nav de 25 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê 24 kesên jiyana xwe ji dest dabûn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê ev lêpirsîn heya niha bi qasî serê derziyê jî pêş de neçûye û hema bibêje wekî berê ye. Her wiha bi ser de jî derbarê dosyeyên kesên navbirî de jî "biryara lêgerîna daîmî" hatiye girtin. 
 
Kesên di dema qedexeya derketina kolanan de bi çekên polîs û eskeran hatin kuştin di raporên rêxistinên mafên mirovan de jî cih girtin. Çendî ku rêxistinên mafên mirovan derbarê kuştina sivîlan de bang kirin ku lêpirsîneke çalak bê destpêkirin jî, lê belê 5 sal in têkildarî mirina van sivîlan de îfadeya esker û polîsekî jî nehatiye girtin. 
 
Tişta ecêb û balkêş jî ew e ku di dosyeya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Nisêbînê li gor daneyên Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê amade kiribû û paşê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandibû, derket holê ku ji dêvla ku derbarê kiryaran de lêkolîn bê kirin, derbarê kesên hatine kuştin de lêkolîn hatiye kirin. Di dosyeyê de ligel zanyariyên nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, dîroka PKK'ê jî hatiye nivîsandin. Piştî van agahî û zanyariyan di dosyeyê de bûyerên di dema qedexeyên derketina kolanan de qewimîne jî hatine rêzkirin û ji bo çekşixulandina esker û polîsan jî hatiye gotin ku "mudaxileya çekdarî ya li gor usûlê." 
 
MERASÎMÊN CENAZEYAN HATIN VEKOLANDIN 
 
Di dosyeyê de behsa merasîmên cenazeyên sivîlan jî hatiye kirin. Di dosyeyê de wêneyên derbarê merasîmên cenazeyan de yên li ser Facebookê û di rojnameyên înternetê yên herêmî de hatine parvekirin jî cih girtine. Di dosyeyê de ji bo pankarata li ser "Şehîd Namirin" hatiye nivîsandin û desmala kesk û sor û zer a li ser darbestan hatiye kirin jî wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye hesibandin. 
 
ZAROKÊ 15 SALÎ WEKÎ 'ENDAMÊ RÊXISTINÊ' HESIBANDIN 
 
Di dosyeyê de kifş e ku hesabê medyaya sosyal ên kesên jiyana xwe ji dest dane giş hatine vekolandin û parvekirinên wan jî hatine bicihkirin. Di dosyeyê de ji bo Hakan Dogan ê 15 salî hatiye gotin ku "endamê rêxistinê" ye. Dozgeriyê di fezlekeyê de wêneyê kesekî serçavê wî bi temamî nixumandiye û di rûpela Hakan Dogan de hatiye parvekirin û şîroveya kesekî ku derbarê Hakan Dogan de gotiye "Birayê min ê hêja, bawer bike min pir bîriya te kiriye... Ş. Hakan Dogan" jî wekî "endamtiya rêxistinê" hesibandiye. 
 
KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE 
 
Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan amade kirine, li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de navê kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Ahmet Sonmez (54), Şahîn Tûran (25), Selamet Yeşîlmen (44), Hasan Dal (45), Mûsûr Aslan (19), Abdulkadîr Yilmaz (65), Mûhammet Altûnkaynak (20), Nûrhan Kaplan (45), Şerîf Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emîn Înan (55), Cûdî Teber (23), Mahsûm Akdogan (19), Fehîme Akti (56), Hakan Dogan (15), Medenî Orak (45), Rohat Karakoç (25), Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pîtek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehîme Kûrûmaz (11), Dilşa Ak (59) û Emîre Gok (39). Her wiha Emîn Oz ê 55 salî jî di dema qedexeya 6 rojan de ku di 1'ê Cotmeha 2016'an de hatibû ragihandin, ji ber ku nikaribûye dayika xwe ya astengdar bibe nexweşxaneyê xwe kuştibû. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê