WAN – Danişîna doza meleyê fahrî M.Ş.G. yê ji îstîsmarkirina zayendî ya 5 zarokan tê darizandin hat taloqkirin.
Danişîna 10’emîn a doza meleyê fahrî M.Ş.G. ku li navçeya Qelqeliya Wanê 5 zarokan bi îstîsmarkirina zayendî re rûbirû hiştibû li Dadgeha Wanê hat lidarxistin. Bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Mudafiyê bersûc mazeret nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Ji ber mazerete danişîn taloqî 1’ê kanûnê hat kirin.