DÎLOK – Li navçeya Şahînbey a Dîlokê jina bi navê Hasîbe Yaman di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li taxa Ûlaş a navçeya Şahînbeya Dîlokê polîsan bi ser mala jina bi navê Hasîbe Yaman de girt û li malê lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê Yaman binçav kir. Hêceta binçavkirina Yaman nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Dîlokê.