Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan

  • jin
  • 15:09 25 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne dan. Li Amedê ku 11 jin lê hatin qetilkirin û 15 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 657 jinan ji bo hevjinê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo mafê parastinê serî li Torê da.  

 
Tora Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê ji aliyê rêveberên rêxistinên civakî ve hatine avakirin, daneyên salek dawî yên tundiya li dijî jinê pêş ket parve kir. Hevparên Torê rapore li Komeleya Jinan a Rosa bi raya giştî re parve kirin. Rêvebera Komeleya Rosa Ruken Erguneş Ozdemir rapor parve kir. Ozdemîr, anî ziman ku piştî wan tor ava kir, di navbera 10'ê Kanûna 2019'an û 21'ê Cotmeha 2020'an de 1841 kesan serî li tora wan daye. Ozdemir, anî ziman ku ji kesên serî li wan dan 657 jinan ji bo hevjînê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo stargehê serî li torê dane. Ozdemîr, da zanîn ku tenê li Amedê 11 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin û 15 jin jî bi guman hatin kuştin û wiha got: "3 jin jî birîndar bûn. Di serdegirtina malan a polîsan de, polîsan bi kuçikan îşkence li 2 jinan kirin. Dîsa bi ser komeleya Jinan a Rosa  ya li dijî tundiyê têdikoşin de girtin û hemû ewraqên wan ên fermî, desteser kirin. Di 5 operasyonên cuda de 76 jinên aktîvîst û siyasetmedar hatin binçavkirin. Bi dehan jin hatin girtin. Jinek jî cezayê hepsa malê li wê birîn." 
 
JI BO JIN GILÎ NEKIN ZEXTAN LI SER JINAN DIKIN
 
Ozdemir, bal kişand ser hêjmara zagona 6284'an û wiha got: “Hêzên polîs û eskeran di wextê xwe de tedbîran nagirin. Dîsa ji bo jin gilî nekin zextan li ser jinan dikin. Polîs û esker beyî wan muayene bike rapor amade dike. Weki ku jin rastî lêdanê nehatibe rapor amade dikin û ji bo jin gilî nekin rê li pêş jinan digirin. Mijarek din jî mafê nafaka ye. Nafakayên tedbîrê ku ji aliyê dadgehê ve tên hukumkirin, an pir kêm didin an jî nadin. " 
 
Ozdemîr, bal kişand ser pekanînên xerab ên Navenda ŞONÎM'ê û wiha lê zêde kir: "Jin der barê mafê xwe û mekanîzmayên ku jê sûdê bigirin de nayên agahdarkirin Jin li stargehan qebûl nekirine. Li gel kapasiteyên wan tiji ne jî mafê starê nedane wan. Li Amedê piştî sala 2016'an ku qeyûm tayîn kirin, bi polîtîkayên qeyûm re li dijî jinan pratikên dijminantiyê pêş xistin." 
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku bi pêşketina şewba vîrûsa corona re wextê ku jin li mal dimînin bêtir zêde bûye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de Zagona Înfazê derbas bû. Di encama vê zagonê de gelek mêrên kujer hatin berdan. Ev mêrên hatin berdan disa tundî li jinê kirin. Di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jnê zêdetir bûye. Dîsa di milê darazê de lêpirsînek fireh û çalak nayê meşandin. Delîl nayên komkirin. Di vê pêvajoyê de jinên tundî li wan tê kirin hemû jiyana wan tê raçavkirin. Lê ev yek ji bo mêran derbas nabe. Jinên ku ji bo xweparastinê çalakiyan li dar dixin wekî mexdûrê bi şik tê darizandin. Gelek caran jî jinên mextûr tên cezakirin. Mafê jinan ên tenduristiyê yên wekî kurtajê tê asteng kirin û jin nikarin ji vî mafê xwe sûdê bigirin. Ji ber daxwazên jinan ên Kurtajê tê redkirin tenduruistiya jinan dikeve bin rîskek mezin. 
 
Ozdemîr bal kişand ser zextên darazê û wiha berdewam kir: "Di 22'ê Gulana 2020'an de polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girt. Bi vê yekê de di nava 2 mehan de polîsan 5 operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de 76 jinên parazvanên mafan, siyasetmedar û aktîvîst hatin binçavkirin. Dema hatin darizandin bi tacîza darazê re rû bi rû man. Ji kesên hatin binçavkirin dayikên aştiyê yên 70 salî Rebia Kiran û Makbule Ozbek bûn. 
 
Ozdemir, bal kişand ser sextên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Jinên nexweş jî 2 kelepçeyan li destê wan dixin. Jinên nexweş ên girtî bi kelepçeyan sewq dikin. Dema li dozgeriyê îtîraza vê yekê dikin, hinceta ‘Ewlehiyê' nîşan didin. Li Girtîgeha Jinan a Amedê kamera bi cih kirine. Ev kamera li odeyan cihê mahrem jî dibîne. Ev yek mafê jiyana taybet binpê dike. Dema bi kurdî stranan dibêjin rêveberiya girtîgehê wan bi kamerayan dişopîne û destûr nadin ku bi kurdî stranan bêjin. Dema jinên nexweş ên girtî sewqî nexweşxaneyê dikin, wan sewqî kliniğinên şaş û derûniyê dikin. 
 
PÊŞNEYAR 
 
“*Divê tacîza darazê ya li dijî jinan bi dawî bibe. Divê dewlet bi lez li dijî kuştina jinan plana çalakiyê amade bike. 
 
* Jinên tundî li wan tên kirin û serî li mercên adlî û îdarî didin, divê ev serlêdanê wan bên şopandin û jin bên parastin. 
 
* Jinên pêkanînên KADES'ê bikar tînin, divê ji nêzîk ve bên şopandin. 
 
* Divê li girtîgehên Tirkiyeyê mafên girtiyan li gorî pîvanên gerdûnî bên parastin. Divê bi lez dawî li tundî û îşkenceya li dijî girtiyan bînin. Divê mafê girtiyan ên mahremiyetê bê parastin. 
 
*  Divê erkdarê cemaweriyê yê bi Kurdî zanibe bê istihdamkirin. 
 
*Divê niqaşên li ser mafê nafakayê bi lez bi dawî bibe. Divê jinên hevjînê xwe berdidin piştgiriya aborî bê kirin. 
 
* Stargehên ku bi polîtikayên qeyûm re bê tesîr man, divê ji nûve bên çalakkirin û xebatnên xwe berdewam bikin. 
 

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê