* Komên bi navê "gurgeboz" tên zanîn û têkiliya wan bi deverên faşîst ên Tirkiyeyê re heye, ji aliyê welatên Ewropayê ve hatibûn qedexekirin. Pisporan ev yek nirxand û gotin, dê Tirkiye ji ber pêwendiya xwe ya bi van koman re hesab bide.
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got "Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse" û anî ziman ku qirkirina li hemberî jinan tu hidûd û sînoran qebûl nake, lê belê jin bêyî paşve gav bavêjin têkoşîna xwe didomînin.
* Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derpêş kiribû ku jinên tahde li wan tê kirin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nadin. Handan Aşkin ku bi tahdeya mêrî re rû bi rû mabû, bersiva Soylû da û got: "Arvanê xwe li aş dike. Min sê caran serlêdan kir, lê we ez neparastim. Gelo haya te jê heye?"
* Îdianameya derbarê 18 jê girtî 29 siyasetmedaran de hat qebûlkirin. Di îdianameyê serdana siyasetmedaran a ji bo malbatan û di serdanê de stendina kulîlkan û her wiha lidarxistina tûrnûvaya futbolê jî sûc hatiye hesibandin.
* Li navçeya Serêkaniyê Yûsûf Baylûg tecawizî Y.O.'ya 7 salî kiribû û paşê ew kuştibû. Piştî 8 salan 35 sal ceza li Baylûg hat birîn û hat girtin.
* Rojnamevan Fîrmêsk Elî, li herêma Şengalê bicihbûna artêşa Iraqê wekî "fermaneke nû" nirxand û got: "Di nav van eskeran de komên tirkmen jî hene. Ji deverên wekî Telaferê anîne."
* Mehmet Alî Koçak ji bo cenazeyê kurê xwe Abdûllah Koçak ê HPG'î wergire ji bo DNA'yê xwîn dabû. Encama DNA'yê ji sedî 97.9 li hev derketiye, lê belê cardin jî cenaze nedane malbatê û li goristana bêkesan veşartine.
* Pispora Navenda Lêkolînê ya DÎSK'ê Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku rêbazên pîvandinê yên TUÎK'ê tabloya rastîn a di warê pirsgirêka betaliyê de rast aşkere nake û got: "TUÎK, rastiyê vedişêre. Tabloya kanbax a di dema şewbê de vedişêre."
* Rêveberê DBP’ê Îhsan Çapan, li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bi êrişa kesên li ber avahiya partiyê rûniştine re rû bi rû mabû û bi ser de jî hatbû binçavkirin. Parêzera Çapan Hêlîn Çapan diyar kir ku dozger peywîra xwe baş bi cih neaniye û wê îtiraz bikin.
* Hevserokê Giştî yê OHD’ê Parêzer Bunyamîn Şeker ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin û berdan, diyar kir ku dozger û dadger, beyî ku fezlekeyên polîs danîn pêşiya wan lêkolîn bikin dipejirînin û got: “Bi vî awayî ne dozger dozgeriyê dikin û ne jî dadger dadgeriyê dikin.”
* Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê dê sazî û rêxistinên jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de daxuyanî, çalakî û şahiyan li dar bixin. (12.00-20.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re wê di çarçoveya xebatên "Budçeya Gel" de TMMOB'ê ziyaret bikin. (12.00)
* Şaxa OHD'ê ya Amedê dê rapora derbarê binpêkirina mafan a girtîgehan de li ber Girtîgeha Amedê bi daxuyaniyek çapemeniyê eşkere bike. (12.30)