STENBOL - Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol a ku 39 salin ji bo kurê xwe Nûrettîn Yedîgol ê dibin çavan de hatibû windakirin daxwaza edaletê kir, jiyana xwe ji dest da.
Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol a ku 39 salin ji bo kurê xwe Nûrettîn Yedîgol ê dibin çavan de hatibû windakirin daxwaza edaletê kir û aqûbeta wî pirs kir, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yedîgol a 98 salîbû, li Mala Cemê ya Bagcilar a Stenbolê merasîma cenaze hat lidarxistin. Malbata Yedîgol, xizmên windayan û Dayikên Şemiyê beşdarî merasîmê bûn. Dayikên Şemiyê piştî wefata Yedîgol di daxuyaniya dan de wiha gotin: "Dayika me Zeycan ji xwe re rehet rakeve. Lêgerîna te ya dîtina Nûrettîn û israra te ya edaletê emanetê me ye. Te ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Te efo nekir, em ê efo nekin. Te dest jê berneda, emê jî dest jê bernedin."
Yedîgol, ji roja ku kurê wê Nûrettîn di 10'ê Nîsana 1981'an de li Stenbolê hat windakirin ve, lê digeriya û cihê xwe di nava Dayikên Şemiyê yên di sala 2011'an de, bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin kir re de cih girtibû.