Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist

  • rojane
  • 09:09 19 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Felak A. ku di 3 salên dawî de polîsan 30 carî kurê wê F.A. biriye û sîxurtî lê ferz kiriye, gava ji bo kurê xwe diçe Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê, polîs lê dixin. Felak A. giliyê polîsan kir. 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan li F.A.yê 16 salî sîxurtî ferz kiriye. Polîs di Adara 2018'an de davêjin ser malê. Di avêtina ser malê de bav Saît A. tê binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jî tê girtin. Piştî vê polîsên midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tim davêjin ser malê û di avêtina ser malê de kurê malê F.A.yê 16 salî tim binçav dikin. Di 3 salên dawî de polîsan 30 carî F.A. birine midûriyeta polîsan û her cara ku wî birine sîxurtî lê ferz kirine. 
 
Çend roj berê li ser dîwarekî nivîs tên nivîsandin. Polîsê bi navê Yaşar Ç. û yên li cem wî, di 16'ê Mijdarê de diçin kargeha birayê F.A. Polîs, bi zorê F.A. ji cem birayê wî dibin. Gava wî dibin midûriyeta polîsan, polîs navê pênc kesên tê derpêşkirin nivîs li ser dîwaran nivîsandine didin ber F.A. û jê dixwazin ku derbarê van kesan de îfadeyê bide. 
 
Piştî dê Felak A. dibihîse ku polîs Yaşar Ç. bi zorê kurê wê biriye, berê xwe dide midûriyeta polîsan. Gava dê diçe midûriyeta polîsan dengê kurê wê ji jêrzemîna avahiyê tê. Dç Felak A. bertek nîşan dide û ji polîsan re dibêje dê giliyê wan bike. Di wê kêliyê de polîs Yaşar Ç. ji jêrzemînê tê û rasterast destê xwe dixe qirika dê Felak A. 
 
GILÎ KIR
 
Piştî demekê dayik Felak A. kurê xwe F.A. digire û diçe Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê û giliyê polîsan dike. Dozgerî dayikê sewqî nexweşxaneyê dike û dû re ji bo îfadeyê gazî wê dike. Dayik Felak A. jî ji bo îfadeyê diçe edliyeyê û giliyê polîsan dike. 
 
‘3 SAL IN DEV JI KURÊ MIN BERNADIN' 
 
Felak A. got: "Hema bibêje her roj polîs gefan li kurê min dixwin û jê re dibêjin 'Bibe zilamê me, em ê karetkê ji te re derxînin, tenê tu navan ji me re bibêje.' Kurê min jî qebûl nake. Gava qebûl nake gefan lê dixwin. Pêşiya wî dibirin û gefan lê dixwin ku dê kargeha wan bigirin. Ez ji kurê xwe re dibêjim guh mede wan. Lê tim gefan lê dixwin. Jê dixwazin ku navê kesên di nav rêxistinê de ne ji wan re bibêje. Gava qebûl nake, wî digirin. Lê derbaarê wî de ne biryara binçavkirinê heye ne jî biryareke dozgeriyê. Bi awayekî kêfî wî dibin." 
 
‘DENGÊ KURÊ MIN JI JÊRZEMÎNÊ DIHAT' 
 
Dayik Felak A. anî ziman ku polîs Yaşar Ç. çûye kargeha kurê wê û li wir F.A. girtiye û jê re gotiye 'Ez ew kes im ku min Xwedê zevt kiriye.' Felak A. anî ziman ku gava çûye midûriyeta polîsan dengê kurê wê ji jêrzemînê hatiye û got: "Diqîriya digot 'ez nizanim, ez nas nakim.' Min pirsî, ji bo çi kurê min birine jrêzemînê. Polîsê bi navê Yaşar Ç. qîriya û êrîşî min kir. Heger qeydên kamerayê jê nebiribin, dê xuya bike. Xeber gotin, gefxwarin got, ez ê te bikujim. Qîriya got, 'Terorîst, çi îşê te li vê derê heye.' Heqaret kirin û gelek xeber gotin. Min rapora derbkirinê girt û min giliyê wî kir." 
 
‘EM DEWLET IN, HÛN TERORÎST IN' 
 
Felak A. anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye heger hûn gilî bikin 'em ê kargeha we bigirin' û got, polîsan gotiye: "Şaredarî li du gotinên me mêze dike. Em dewlet in, hûn terorîst in." 
 
Dayik F.A., bilêv kir ku di 3 salên dawî de kurê wê herî kêm 30 carî bi awayekî kêfî hatiye desteserkirin û got: "Wî dibin, tahdê lê dikin. Îfadeyê jî nagirin. Ne qeydek heye, ne tiştekî din. Bi temamî kêfî ye. Ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Lê roja Cejnê hatin gotin îfadeya wî heye û wî birin. Me pirsî qedexe heye, îfadeya çi halê çi. Lê bi zorê birin. Ne ewraqk hebû ne qet. Paşê min telefonî kurê xwe kir û min jê re got bila telefonê bide Yaşar Ç. Gava telefon da, min jê re got heger di nava 5 deqeyan de kurê min neyne, ez ê biçim midûriyeta polîsan. Çawa min wisa got, kurê min anî. Ez ditirsim tiştekî xirab bînin serê kurê min. Herî dawî ez çûm min kurê xwe ji bodrûma midûriyeta polîsan derxist, anî." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

20/11/2020
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê