AGIRÎ – Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Panosê tê ragirtin ji malbata xwe re ragihand ku ew bi ava sar serê xwe dişon û ava wan a vexwarinê jî gemarî ye.
Girtî Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L dimîne bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand. Tûrgût bi rêya malbata xwe da zanîn ku ava germ nadin wan û di serî de ew bi pirsgirêka avê û gelek pirsgirêkên din re rûbirû mane. Tûrgût anî ziman ku pirsgirêkên heyî ku ew pê re rûbirû mane giran dibin û got: “Ava germ qet nadin. Em bi ava sar serê xwe dişon. Ev ava sar jî rê li ber nexweşînan vedike. Mixabin ava ku vexwarinê jî nepaqij e û gemarî diherike û bêhn jê tê. Fatûreyên ceryanê jî pirr tên. Li gel em tiştek naxebitînin jî lê fatîre zêde tên. Rêveberiya girtîgehê fatûreyê nade me û li gorî xwe fatûreyê dinivisîne.”