MÊRDÎN - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, dan zanîn ku nivîskarên kurd ên di zindanan de ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li berxwe didin û cihê wan ne zindan e.
Bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin nivîskar meşale, bîr û baweriya civakê ye.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îro 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ne. Lê belê bi sedan nivîskarên kurd ji ber fikir û ramanên xwe yên azad di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de tên girtin. Nivîskar meşale, bîr û baweriya civakê ye û li dijî zextên otorîter serî natewînin. Cihê wan ne zindan e. Ew ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li berxwe didin.
Em weke Komeleya Nivîskaren Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd bang li hemû aliyên demokrasiyê diparêzin dikin da ku bibin dengê nivîskarên kurd ên di zindanan de û dawiyê jî hemû nivîskarên ku li her derê cîhanê di girtîgehan de ne."