Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'

  • rojane
  • 10:42 15 Mijdar 2020
  • |
img

AMED -Akademîsyen Engîn Sûstam, anî ziman ku li Tirkiyeyê têgiha "terorîzmê" bûye awayelî rêvebirinê û got, ev têgiheke pir elastan e, lewma ji nişkave dibe ku her kes bibe "terorîst". 

 
Li cîhanê herî zêde mirov li Tirkiyeyê ji ber tawanbariya "terorê" hikumxwarin e. Li gor daneyên 2018'an ên Wezareta Dadê 48 hezar û 924 kes bi tawanbariya "terorê" girtîne. Akademîsyen û nivîkar Engîn Sûstam ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) têgiha "terorê" li cîhan û Tirkiyeyê awayê pênasekirina wê nirxand. 
 
PÊNASEYA WÊ DI WESFÊ SIYASÎ DE YE 
 
Sûstam, bilêv kir ku têgiha "terorê" ji ber demxekirinê dibe sedema qilqilandinê û got, lewma ev têgih di warê bikaranînê de xwedî helwesteke rexneyî ye. Sûstam, diyar kir ku ji dêvla vê têgihê, têgihên wekî "rejîma şidetê yan jî şidet"ê tercîh dike û got, lê belê di zimanê hiqûqê yê dewletan de îşaret bi lîteratureke din dike. Sûstam, destnîşan kir ku têgiha "terorîzmê" têgiheke di wesfê siyasî de ye û got, niha di qada navneteweyî û têkiliyên navdewletî de di warê pêşeroja têkiliyên siyasî, hiqûqî û dîplomatîk de unsûreke girîng e. Sûstam got: "Nexwe çalakiyeke 'terorîst', li gor zimanê dewlet, sazî yan jî bîrdoziyan çawa tê pênasekirin? Li hin cihan çawa wekî 'şervanên azadiyê, gerîla, mîlîtan' û li hin cihan jî wekî 'dabeşker an jî terorîst' tê pênaskir' tê pênasekirin?" 
 
Sûstam, bilêv kir ku lewma naveroka gelek têgihan hatiye valakirin û jinûve hatine sazkirin. 
 
XUMAM E 
 
Sûstam, destnîşan kir ku têgih di warê demxekirina kesên dijperalê de dibe cihê nîqaşên mezin. Sûstam, bibrî xist ku nexasim jî li Tirkiyeyê akademîsyenên aştî parastin wekî 'terorîst' hatin îlankirin û got, lewma ev têgih di warê tarîfkirinê de têgiheke pir xumam e. 
 
KURD BI VÊ TÊGIHÊ RE RÛ BI RÛ MAN 
 
Sûstam, bilêv kir ku kurd ji roja tên dinyayê bi vê têgihê re rû bi rû dimînin. Sûstam ku got "Wisa xuyaye ez ê derbarê Tirkiyeyê de tiştên tên zanîn bibêjim. Mixabin ne li zanîngehan ne jî li qadeke din fikra rexneyî tuneye û ev jî ji ber zext û zoriyên dewletê ye" û bal kişand ser rewşa Ahmet Kaya ku bi lîncekê re rû bi rû mabû. 
 
'DIBE KU JI NIŞKAVE HER KES BIBE TERORÎST' 
 
Sûstam, bilêv kir ku li Tirkiyeyê têgihên siyasî, bi awayekî rexneyî û akadeîk esas nayên girtin, bi refleksên netewperest û pergalê tên xwendin. Sûstam, diyar kir ku dewlet dikare bi rêxistinên ku wekî "terorîst" îlan dike yan jî bi gelên bi vî renngî îlan dike re li dor maseyekê rûnê û got: "Netewperestên hişk ên di îqtidarê de ji xeynî pênaseya 'dijminatiyê' nêzî vê têgihê nabin û bi vî awayî wateyeke din li siyasetê bar kirine. Bi têgiha 'terorîzmê' mafê serdestî, otorîte, îqtidar û îlheqkirinê, daxilî nav siyaseteke teheyûlî hat kirin. Ez dibêjim qey li Tirkiyeyê tu beramberiyeke vê têgihê tune ye, lewma dibe ku ji nişkave her kes di ser têgiha 'dijmin' re wekî 'terorîst' bê dîtin û bê îlankirin." 
 
GIRTÎGEHA AMEDÊ 
 
Sûstam, bibîr xist ku li Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Ahmet Altan û nêzî heftê hezar xwendekar girtî ne û got: "Ev mirov çalakiya çi kirin, proganadaya çi kirin ku tên girtin û tên rehînkirin. Di vir de ev têgeh îşaret pê dike ku bi awayekî ku hikûmet dixwaze li dor konseya ewlehiyê tê bikaranîn û li deverên wekî Tirkiyeyê tarîfeke wê ya pir elastan heye. Ev şîroveya 'terorîzmê' kirdeyên girîng ên muxalif û aktorên wê paşguh dike. Em ê tiştên ku kesên li Zindana Amedê jiyane li ku derê bi cih bikin, çawa bixwînîn? Ev, 'teroreke dewletê' ye? Tişta ku ji bo hinan 'terorîst' e, ji bo hinan jî berxwedêr e. Îjar meseleya serek e ez dibêjim qey zirara digihê jiyana demokratîk û vîna sivîl e, zirara ji ber awayên şidey û wehşetê." 
 
Sûstam, diyar kir ku têgiha 'terorîzmê' ji aliyê kesên xwedî hêz û dewletên xwedîsînor ve hatiey hilberandin û got: "Mesela gava em ji dewleta ku mudaxileyî jiyana me dike dibêjin 'terora dewletê' em tên cezakirin, çima kesên muxalif ên li dijî wê bi dozên absurd ên wekî 'alîkariya rêxistinê' tên girtin?" 
 
Sûstam, destnîşan kir ku hemû netew-dewlet wekî pêdiviyekê nêzî pênaseya "terorîzmê" dibin û got: "Her tim afirandina dijminan, wekî awayê rêvebirinê tê nîşandan. Yanî têgiha 'terorê' ya di nav tabloya modernîteyê de hatiye bicihkirin şidet, dehşeteke veşarî pênase dike, lê belê ji aliyê dewletan ve jî maneyeke 'qaşo dijmin' lê tê barkirin. 
 
MA / Cahît Ozbek
 

Sernavên din

16/11/2020
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
20:05 93 kes mirin, 3 hezar û 45 kes jî pê ketin
16:04 Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:50 Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê hat binçavkirin
15:39 Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan!
15:13 Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
14:50 'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’
14:05 Rojnameger Tunç hat darizandin
14:01 Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn
13:20 HDP çû serdana TTB'ê
13:19 ÎSÎG: Herî kêm 368 karker bi korona mirin
13:10 MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin
13:02 Malbata Kemal Kurkut: Qatîl dê dîsa bê ceza bimîne
12:40 Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn
12:26 Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin
12:11 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in dewam dike!
12:09 Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere
11:47 Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe
10:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in
10:47 Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
10:10 Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da
10:06 Maşina penaberan qulipî: 2 kes mirin û 31 kes birindar bûn
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike