* HDP, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, amadekariya hin çalakiyan dike. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu, li dijî tecrîda ku di asasê xwe de "aştiya civakiyî" hedef digire, ji bo liv û tevgerê bang li her kesî kir.
* Jinên ku bi polîtîkayên siyasetmedar û zagonên mêr di çembera faşizmê de hatine dorpêçkirin û di pêvajoya ku li gelek welat û erdnîgariyên cuda heman pirsgirêkan dijîn de, ji bo “Guhertin û Azadiyê" welat bi welat li dijî pergala yekdest û serdestan di nava têkoşînê de bûn.
* Aktivîsta TJA'yê Caziye Dûman anî ziman ku di çarçoveya “Em xwe diparêzin"de jin pir serwext bûne û got: "Jin, êdî bêtirs şideta tê kirin, bilêv dikin."
* Rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak giran dibe. Tokmak ku di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye, ji ber êşa canê xwe êdî xew bi çava nakeve û tim ji ser hişê xwe ve diçe.
* Parêzer Sînan Varlik, ji ber hevdîtinên bi wekîl-muwekîl hatibû girtin. Hevpîşeyê wî Parêzer Mûstafa Savran, bertek nîşanî vê yekê da û got, bi van pêkanînan pîşeya parêzertiyê tê krîmînalîzekirin.
* Li 6 endamên MEBYA-DER'ê bi giştî 18 hezar û 900 TL cezayê pereyî hat birîn. Bi hinceta ku di daxuyaniya li ser gorê de "mesafeya fizîkî" esas nehatiye girtin ceza hat birîn. Her wiha piştî îtirazê 4 hezar û 734 TL ji cezayê pereyî hat kêmkirin.
* Meclîsa Ciwanên Yekgirtî, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bagcilarê avakirina xwe îlan bike.(11.00)
* Bi boneya salvegera 83'yemîn darvekirina rêberên Îsyana Dersimê Seyît Riza û hevalên wî, dê li gelek bajaran bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-19.00)
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wê tevlî 4'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Navaçeya Çûkûrova û hevdîtina jinan a li Yüregirê bibe. (14.00-18.00)
* Tora Piştevaniya Koçberan, bi armanca koçberên di 27'ê Hezîranê de, jiyana xwe ji dest da bûn bi bîr bînin, wê qerenfîlan berdin Gola Wanê. (14.00)