MELETÎ – Girtiyê nexweş Sitki Berktaş ku li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû, li Meletiyê hat definkirin.
Girtiyê nexweş Sitki Berktaş ku 28 sal bûn girtî bûn û duh li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû, li Meletiyê hat definkirin. Cenazeyê Berktaş piştî vecîbeyên olî hat veşartin. Malbat, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê Berktaş bûn.
‘TÊKOŞÎNA WÎ MÎNAK E’
Di merasîma cenazeyê Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axaftinek kir û destnîşan kir ku jiyana Berktaş mînakeke mezin a têkoşînê ye. Piştre Bulbul li gorî kevnoşpiya elewitiyê axa Berktaş sêr kir.