WAN – Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî pêkanînên Rewşa Awarte 60 roj bûn li Girtîgeha Wanê didomiye, bi dawî bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî pêkanînên Rewşa Awarte girtiyan di 14’ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dabû destpêkirin, piştî 60 rojan bi dawî bû. Hat hînbûn ku çalakî piştî hevdîtina di navbera girtî û rêveberiya girtîgehê de bi dawî bûye û daxwazên girtiyan hatine qebûlkirin.