14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin

  • rojane
  • 09:04 11 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Naciye Ernez ku 14 sal in nexweşiya wê nayê teşhîskirin ji rayedaran xwest ku nexweşxaneyek an jî bijîşkekî ji nexweşiya wê fêm bike bê dîtin û were tedawîkirin.

Naciye Ernez a 39 salî ku di sala 2006’an de li Zanîngeha Qersê Mamostetiya Pêşdibistanê dixwend ji ber janên devera zikê xwe serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê da. Piştî tetkîkên hatin kirin ji aliyê bijîşkan ve nehatin fêmkirin, berê wê da Enqereyê. Ernez di nava 14 salan de serî li gelek nexweşxaneyan da lê ne nexweşiya wê hat teşhîşkirin ne jî tedawiya wê hat kirin. 
 
NEXWEŞÎ NEHAT TEŞHÎSKIRIN
 
Ernez, diyar kir ku di sala 2006’an de ji bo tedawî bibe ji Qersê hatiye Amedê û got: “Ez hatim Amedê. Çûm serî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Bijîşkan du rojan lêkolîn kirin, lê ji ber ku nexweşiya min a jinan dîtin, berê min dan jinekolog. Pişt re bijîşkên pispor tetkîk kirin, lê tu teşxîs nedanîn û gotin ‘dibe penceşêr be’. Ez emelîyat kirim, gotin kîstekî xûyxweş e. Piştî ku du meh derbas bûn ji bo kontrolê ez çûm nexweşxaneyê. Piştî ku bijîşk kontrol kir, got ‘kîtleyek di zikê te de heye û divê tu careke din emeliyat bibî’. Ez di sala 2007’an de careke din ameliyat bûm. Gotin ‘di zikê te de herîkîna şilavî heye’ û careke din zikê min werimî. Bi enjektoran ew şilavî careke din wergirtin. Ev yek bi heftan berdewam kir. Lê bijîşkan got ‘ev şilavî wê her tim were, em çi bikin jî feyde nake.’ Ji ber vê yekê ez şandim jînekologên Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê. Ez çûm Enqereyê piştî ku li Nexweşxaneya Zanîngehê tetkîk ew girtin şilahî bi xwe sekinî. Bijîşkê wê derê ji min re got ‘berhewa te emeliyatkirine, ez te emeliyat nakim, sê meha carekê were kontrolê’. Dû re heta 2015’an ez sê mehan carekê çûm kontrolan.”
 
DI NAVA NEXWEŞXANEYAN DE TÊ Û DIÇE
 
Ernez, diyar kir ku di sala 2015’an de piştî ku dîsa zikê wê werimiye û dilê wê xeliyaye careke din ji Amedê çûye Enqereyê û got: “Ez careke din çûm Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê. Piştî encama tetkîkan gotin ‘yek xûyxweş yek jî xûynexweş du kîtle hene. Lewma divê tu emelîyat bibî.’ Ez emeliyat bûm.Piştre encamên patolojiyê paqij derketin. Gotin ‘kîtle ya xûyxweş e’. Dû re ez dîsa 3 mehan carekê çûm kontrolan. Di sala 2018’an de careke din zikê min werimî, ez dîsa çûm Hacettepeyê û li wir şilaviya heyî vala kirin. Heta sala 2020’an jî hinek werimîn hebû, lê min jiyana xwe didomand.” 
 
Ernez, anî ziman ku ji Sibata 2020’an şûnde zikê wê careke din werimiye û herikîna şilaviyê ya zikê wê nesekiniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez careke din çûm Hacettepeyê. Bijîşkê li wê derê got ‘ez nikarim her gav te emeliyat bikim’. Min jî xwest min bişîne cem bijîşkekî din û li heman nexweşxaneyê ez şandim cem bijîşkekî din. Min ji wî bijîşkî randevû girt û ez vegeriyam Amedê. Piştî demekê ez çûm Enqereyê li cem wî bijîşkî. 4 rojan tetkîk hatin kirin, şilaviya di zikê min de vala kirin. Dû re ji ber pandemiyê nexweşxane vala kirin, em jî derxistin û ji mecbûrî dîsa vegeriyam Amedê.”
 
NEXWEŞXANEYA TAYBET PÊ RE MIJÛL NEBÛYE
 
Ernez, bibîrxist ku di sala 2006’an de dema nikaribûye biçe Enqereyê ji bo kontrolê çûye nexweşxaneyeke taybet a Amedê û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneya taybet ez çûm cem cerah. Ez şandim cem bijîşkê radyolojiyê. Wî di zikê min de dren vekir. Niha di zikê min de katater heye. Wî jî ji min re got ‘wê her roj şilavî ji zikê te were wergirtin’ û ez şandim malê. Min du roja carekê 2 litreyên şilaviyê digirt. Pişt re ez ji ser hişê xwe diçûm û gelek bêhal bûm. Ez dîsa çûm beşa lezginiyê ya nexweşxaneya taybet lê serûmek tenê dan. Jixweveçûyîn a min berdewam kir. Careke din çûm beşa lezgîn û cardin serûm dan û ez şandim malê. Di heman şevê de ez birim Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û rakirin beşa awarte. Mehekê zêdetir li wir mam. Bijîşkê cerah bi min re mijûl bû û ez emeliyat kirim. Heta wê rojê navekî nexweşiya min tune bû. Pişt re gotin lenfokîst, lenfanjiom û lenfoma. Di dema 2020’an de ez birim li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û piştî tetkîkan bijîşkê cerahî ji min re got ‘damarên te yên lenfê diriyane.’”
 
BIJÎŞKAN EMELIYATA XELET KIRINE
 
Ernez, destnîşan kir ku dema di sala 2006’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê emeliyat bûye, bijîşkan demara wê teqandine û ji ber vê damar diriyaye, firehbûye û bûye sebebe xetimandinan û wiha lê zêde kir: “Ji ber emeliyata xelet hatiye kirin û teqandina damaran herîkîna şilaviyê qet nasekine û nû bi vê rewşê hesiyan. Ez niha diçim Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, bijîşkê cerah bi min re mijûl dibe. Ji meha Nîsanê û vir ve katater di zikê min de heye, her roj şilaviyê werdigirin. Ji aliyê cerah ve emeliyata min a îsal di meha Tîrmehê de hat kirin. Bijîşkî demarên min ji devera rûv dirûtin. Lê bijîşk diyar kir kir cara ewil e emeliyateke wisa dike û nexweşeke bi vî rengî jî neditiye. Piştî emeliyatê, demarên min deh rojan xebitîn, dû re dîsa xetimîn. Herikîna şilavê dîsa dest pê kir û me jî careke din ji zik ew şilavî girt. Divê ez emeliyateke din jî bibim, lê bijîşk dê vê jî cara ewil bike. Bijîşk dibêje wekî emeliyata ewil rîska vê emeliyatê jî heye. Şilaviya ku diherike zikî, piştî emeliyatê dibe ku biherike devera ling. Niha her roj em ji devera zikî şilaviyê digirin û pansûman dikin. Ez mecbûr im ku hay ji xwarin û vexwarina xwe hebim. Nikarim biçim kar û jiyana xwe ya asayî bidomînim. Malbata min jî derbarê vê mijarê de xemgîn dibe û rewşa wan ya aboriyî jî nebaş e.”
 
Ernez, bilêv kir ku li gelek bajaran lêkolîn kirine ku nexweşeke wekî wê yan jî bijîşkekî ku ji nexweşiya wê fêm dike heye yan na, lê belê tiştek bi dest wan neketiye û got: “Min ji Navenda Ragihandina Wezareta Tenduristiyê re (SABÎM) peyamek şand û rewşa xwe vegot. Li min zivirîn. Xwestin ez çîroka nexweşiya xwe ji wan re bibêjim. Dû re ji min re gotin tu dikarî biçî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapiya Enqereyê. Pişt re peyameke din ji min re şandin gotin ‘tedawiya te li wir nayê kirin’. Pişt re rayedarekî Wezareta Tenduristiye ji Amedê li min geriya û got, em ê daxwaza te ragihînin wezaretê, lê hêj ji min re tiştek negotine. Niha bijîşkê min gelekî baş bi min re mijûl dibe, lê ji ber navekî nexweşiya min nîne rewşeke ne diyar heye. Her roj ji bijîşkê xwe re, şîlaviya ku digirim dişînim. Em li benda emsalekê ne. Bijîşkê min yê niha ji min re got ‘xetimîna demarên te yên lenf û xetaya emeliyata yekemîn tu aniye vê astê’. Di zikê min de asîta şîloz kom dibe. Niha li nav welat û derveyî welat bijîşkê min lêkolînan dike, lê hîn tu encam bi dest nexistine.”
 
‘DIXWAZIM TEDAWÎ BIBIM’
 
Ernez, ji rayedaran xwest ku nexweşxaneyek an jî bijîşkekî ji nexweşiya wê fêm bike bê dîtin û ev tişt gotin: “Dibe nav welat an jî derveyî welat nexweşxaneyek an jî bijîşkek were dîtin. Heke derveyî welat çêbibe jî derfetên min nîn in ku ez biçim ji ber wê yekê mecbûr im ku alîkariyê bixwazim. Her roj bi wergirtina şilava zikî ez ê çi qasî karibim li ber xwe bidim nizanim, dixwazim tedawî bibim.”
 
BANG
 
Ernez, diyar kir ku ji ber nexweşiya xwe diçe psîkiyatrî, alîkariya psîkolîk digire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez sibê û êvarî derman digirim, ji ber ku fikara dê çi li min bê bandorek nebaş li min dike. Ne dikarim derkevim derve, ne dikarim xwarinê bixwim. Heta ku dermanan nexwim nikarim razêm. Nikarim bikenim û jiyana xwe ya asayî bidomînim, malbata min jî xemgîn dibe. 8 meh in kateter di zikê min de ye û her roj şilaviya di zikê xwe de vala dikim. Ji ber vê yekê tiştê ez dixwim û vedixwim careke din diavêje derveyî laşê min û muqawemeta laşê min qels dibe. Ji rayedaran rica dikim ku di demekî nêzîk de ji min re bibin alîkar.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç
 

Sernavên din

13/11/2020
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike
09:11 Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî
09:11 Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin
09:11 Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan
09:11 Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e
09:11 Israra Ocalan a ji bo çareseriyê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
12/11/2020
22:29 Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da
19:47 88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan
16:58 Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin
16:12 Li Mûglayê binefserek jinekê qetil kir
16:01 Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan
15:58 Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn
15:41 Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin.
15:13 Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e
15:12 Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
14:59 Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
14:43 Li Mêrdînê 7 gund kirin karantînayê
14:06 Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin
13:25 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi dawî bû
12:56 Gundiyan kuştina kewan asteng kir
12:32 21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin
12:15 Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
11:42 Li Îzmîrê qetilkirina jinekê
11:05 Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin
10:33 Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne
10:20 Ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da, lê gotin mirina bi xwezayî
09:27 Li Meletiyê jinek hat qetilkirin
09:09 Qeyûm nûnerê TUGVA kir midûrê hiqûqê
09:09 Tarim Orkam-Sen: Polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye
09:08 Polîs li Dayangaçê ku 2 sal berê kuştibûn digerin!
09:08 ‘Barê têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kirin û dane ber însafa patronan'
09:07 Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2020'AN
11/11/2020
21:52 Girtiyê nexweş Berktaş jiyana xwe ji dest da
20:12 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 402 hezar û 53
18:34 Girtiyê 82 salî nayê tedawîkirin
17:10 'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’
16:59 TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir
16:52 HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist
16:47 83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin
16:28 Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin
16:28 Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
16:27 Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin
15:50 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin
15:25 Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket
15:19 Li Mêzgêrê qezeya trafîqê
14:47 Ji jinan piştevaniya 25’ê Mijdarê
14:38 Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan
14:33 Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim
14:32 Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza
14:10 Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê!
13:33 HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir
13:28 DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
13:28 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
13:05 ‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’
12:07 Li Dersimê operasyoneke leşkerî dest pê kir
11:48 Tankêr û kelek li hev qelibîn
11:47 Hevşaredara Qersê Alaca sewqî girtîgeheke din kirin
11:27 Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin
11:27 Serlêdana parêzeran red kirin
11:06 Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an
10:41 Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt
10:39 Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî cezakirina hevşaredaran red kir
10:21 Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye
10:13 Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin
09:55 Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket
09:05 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn
09:05 Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam
09:05 Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin
09:05 Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin
09:05 Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin
09:04 14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin
09:04 Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin
09:04 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
10/11/2020
20:45 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
19:39 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin
17:47 Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin
16:36 Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir
16:00 Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest
15:45 DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê
15:41 Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin
15:35 Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin
15:19 'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’
15:12 Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye
15:12 TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da
14:48 Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan
14:48 Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike
14:41 Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn
14:36 Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir