WAN- Hevşaredarê Sarayê yê berê Abdulkadîr Çalişkan ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtiye, bi şewba vîrûsa koronayê ket.
Hevşaredarê Navçeya Sarayê yê Wanê yê berê Abdulkadîr Çalişkan ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtiye, bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd- 19) ket.
Rojnamegerê girtî Nedîm Turfent, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, ragihand ku testa Çalişkan pozîtîf derketiye û ev agahî da: "Rayedarên girtîgehê ew ji qawîşa A-17 birin qawîşa B-37 û kirin karantînayê."